Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokê DAIŞê yê li Sehrayê di encama operasyonele leşkerên Fransî de hatiye kuştin. Ji ber hin êrîşên li ser leşkerîn Tirkiyeyê û wezîfedarên alîkariyê yên biyanî, li Serokê DAIŞê digeriyan.
Emmanuel Macron, Serokomarê Fransayê roja pênşemê di saetên sibehê de aşkere kiriye ku leşkerên Fransî, Ednan Ebû Welîd el-Sehrawî kuştine.
Macronî behsa cih û detayên operasyonê nekiriye û gotiye ku, “Ev di têkoşîna me ya li dijî komên terorîst ên li Sahelê de serkeftineke mezin e.”
Di 4ê Çiriya Pêşiyê ya 2017an de li Nîjerê çar leşkerên tîmên taybet ên DYAyê û çar leşkerên Nîjerê hatibûn kuştin. DYA Sehrawî weke berpirsê van êrîşan nîşan dabû û aşkere kiribû ku kesên zanyariyan derbarê wî de bidin, wê bi 5 milyon dolarî werin xelatkirin.
Sehrawî beriya niha endamê El Qaîdeya Meğribê ya Islamî bû û di heman demê de serokê hevbeş ê Mujaoyê bû ku komele îslamî ya Maliliyê bû. (PT/FD)