Tevgera xwendekarên lîseyê li Fransayê li hemberî kêmasiya mamosteyan, polên qelebalix û şert û mercên kêm ên perwerdeyê dest pê çalakiyan kiribû. Çalakiyan roja Pêncşemê bi xwepêşandana mezin a li Meydana Bastilleyê ya Parîsê hefteya xwe ya sêyemîn temam kir. Xwendekarên lîseyê, zanîngehê û sendîkayan roja Sêşemê 13ê Cotmehê li seranserê welêt wekî roja nû ya çalakî û grevê ragihandin.
Roja Pêncşemê xwendekarên ku li Parîsê ji Meydana Komarê (Place de la République) dest bi meşê kiribûn, gihiştin Bastilleyê. Lêbelê xwendekarên zanîngehê, mamoste, sendîkavan û rêxistinên siyasî jî tevlî komên lîseyan ên ji banliyoyên derdorê hatibûn, bûn.

Tevgera lîseyan li Fransayê berfireh dibe: Xwendekarên zanîngehê û sendîkayên karkeran jî dadikevin kolanan
Serokê Fransa Serî Natewîne (La France insoumise – LFI) Jean-Luc Mélenchon ku fotografên qelebalixa li meydanê parve kir û Şoreşa Fransayê ya 1789an bi bîr xist û got: “Bastille dîsa hat bidestxistin” (“La Bastille est reprise”).
Xwendekaran biryara çalakiya nû ya li Bastilleyê di wê rojê de ragihandin ku hikûmetê gavên destpêkê ên berbiçav ên ji bo pirsgirêkên di pergala perwerdeyê de eşkere kiribûn. Nûnerên xwendekaran ragihandin ku peywirdarkirina mamosteyên demkî dê sedemên krîzê ji holê raneke.
Hevsekreterê Giştî ê Yekitiya Sendîkayên Xwendekarên Lîseyê (Union syndicale lycéenne) Marius Mesnil, piştî hevdîtinên bi Wezîrê Perwerdeyê re diyar kir ku tenê beşeke piçûk a daxwazên wan hatine qebûlkirin û got ku têkoşîn dê berdewam bike.
71 hezar û 500 kes tevlî xwepêşandanan bûn: 504 kes desteser kirin
Li gorî Wezareta Karên Navxweyî, li seranserê Fransayê 71 hezar û 500 kes tevlî meşan bûn, li Parîsê jî 24 hezar û 500 kes tevlî xwepêşandanan bûn. Wezaretê hejmara kesên tevlî protestoyên li ber dibistanan bûn jî cuda wekî 55 hezar eşkere kir.
Tevahiya rojê 504 kes hatin desteserkirin. Wezaretê ragihand ku 48 polîs û cendirme birîndar bûne. Tevahiya xwepêşandêrên birîndarên nehat eşkere kirin.
Di çalakiyên 6ê Cotmehê de li gorî hikûmetê 266 hezar, li gorî organîzatoran jî 450 hezar kes tevlî bibûn. Digel ku tevlîbûna roja Pêncşemê kêmtir bûbû jî, dagirkirina lîseyan, girtina dergehên dibistanan û xwepêşandanên herêmî berdewam kirin.
Wezîrê Perwerdeyê dê 3 hezar mamosteyan peywirdar bike
Wezîrê Perwerdeyê Édouard Geffray, êvara Pêncşemê di televîzyona TF1ê de ragihand ku di navbera 9-13ê Cotmehê de ji dibistanên ku kêmasiya mamosteyan herî giran tê jiyîn re dê 3 hezar mamosteyên yedek bên şandin.
Geffray diyar kir ku di 114 lîseyan de rewş pir giran e û di nêzîkî 400 dibistanî de jî pirsgirêkên girîng hene.
Serokwezîr Sébastien Lecornu ragihand ku ew ê heta dawiya Cotmehê bersivên ku çavkaniyên wan ên darayî diyar in bidin daxwazên xwendekaran. Rêxistinên xwendekaran jî ev ev qebûl nekirin.
Xwendekar çi dixwazin?
Daxwazên tevgerê tenê bi tijîkirina dersên vala re sînordar nîne. Xwendekarên lîseyê zêdekirina hejmara mamoste û personelên alîkar, piçûkkirina polan, nûjenkirina avahiyên dibistanan û kurtkirina rojên dirêj ên dibistanê dixwazin.
▶︎ Sendîkayên xwendekaran daxwaz dikin ku ji bo perwerdeyê 10 milyar euro çavkaniya zêde bê veqetandin.
▶︎ Bi tevlîbûna xwendekarên zanîngehê re daxwaza pergala bicihkirinê a Parcoursupê li lîsteyê hat zêdekirin.
▶︎ Rêxistin dixwazin ku dayîna xwarina yek euroyî ya li xwaringehên zanîngehê li hemû xwendekaran belav bibe.
LFIyê, di daxuyaniya xwe ya 8ê Cotmehê de ragihand ku ew piştgiriyê dide daxwazan û di 13’ê Cotmehê de dê li kêleka xwendekaran be.
Xwendekarên banliyoyan di eniya pêş de ne
Di meşa Parîsê de hevkariya lîseyên navçeyên derdorê û yên navenda bajarî bal kişand.
Di meşa ku nûçegîhanên Le Mondeyê şopandin de pankartên koordînasyona lîseyan a navçeyên Parîsê, bi alayên Konfederasyona Giştî ya Kar (CGT) û yên rêxistinên çepgir re hatin hildan.
Elianaya 16 salî ku ji Lîseya Charlemagneyê ye, ji rojnameyê re got ku ew bi taybetî ji bo piştgirîdanê bide xwendekarên li navçeyên dezavantajî tevlî xwepêşandanê bûye. Wê diyar kir ku sozên Serokwezîr Lecornu baweriyê nade..
Mediapartê jî ragihand ku xwendekarên li Bastilleyê êdî li benda sozên nû nîn in. Ciwanên ku rojname pêre axivîne, gotin ku ew dixwazin têkoşînê herî kêm heta 17ê Cotmehê berdewam bikin. Ev dîrok, armanceke cûda ji çalakiya sendîkayî ya 13’ê Cotmehê nîşan dide. Beşek ji kesên di tevgerê de cih digirin meyildar in ku çalakiyan di hefteya bê de jî berdewam bikin.
Xwepêşandana li Meydana Bastilleyê di saetên êvarê de bi midaxeleya polîsan bi dawî bû.
(AEK/AY)
