Wêne: Arşîv
Malbatên Êzididî ji aliyê rayedarên Fransayê ve hatine pêşwazîkirin.
Li gor malpera 20minutes.fr ya Fransayê, sala 2018ê bernameyek hatiye destpêkirin. Li gor bernameyê dewleta Fransayê qebûl kiriye ku ew ê 100 jinên Êzidî digel malbata wan qebûl bike. Bi çûna 27 malbatan ev jimar hatiye tememkirin.
Li gor nûçeyeka Rûdawê, Wezareta Derve ya Fransayê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku 27 jinên Kurdên Êzidî yên koçber ligel zarokên xwe bi balafirê gihîştine Parîsê.
Malpera France 24 TVyê daye zanîn ku piştî êrîşên DAIŞê 6,800 kesên Êzidî hatine revandin.
Kesên navborî di çarçoveya soza ku Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron dabû çalakvan û rizgarbûya ji destê DAIŞê Nadya Murad de ew malbat hatine wergirtin.
Macron soz dabû xwediya Xelata Nobela 2018an Nadya Murad ku ew welatê wan dê 100 malbatên Kurdên Êzidî werbigire.
Fransayê 31 malbatên Kurdên Êzidî wergirtibûn.
Roja 3yê Tebaxa 2014ê DAIŞê êrişî Şingal û gundên derdorê kir û komkujiyeke mezin pêk anî, bi hezaran Kurdên Êzidî revandin. Herwiha bi hezaran kes jî koçber bûne.
(MB)
*Çavkanî: Rûdaw, 20minutes.fr, France 24