Hikûmeta Fransayê roja Duşema 19ê Cotmehê ragihand ku dê li herêmên diyarkirî yên bajarên Lille, Douai, Wattignies û Denain ku li bakurê welêt in, ji bo du şevan qedexeya derketina derve bê sepandin.
Biryarên ku bi pejirandina rêveberên herêmî hatine stendin, di şevên 19 û 20ê Cotmehê de saet di 20.00an de dest pê dikin û saet di 06.00an de bi dawî dibin. Sînordarkirinên ku li herêmê hatine ragihandin bi taybetî ji bo kesên temenê wan di bin 18 saliyê de ne û hemû kesan li xwe nagire.

Li Fransayê piştî çalakiyên girseyî hejmara kesên hatine desteserkirin ji 2 hezarî derbas bûn
Sînordarkirin li bajarên din belav bûn
Tedbîrên rejîmê bi çar şaredariyên bakur ve sînordar neman. Li derdora Meydana Komarê (Place de la République) û Les Hallesê yên Parîsa paytext jî di navbera 19ê Cotmehê saet 23:00 û 20ê Cotmehê saet 06:00an de qedexeya derketina derve hat ragihandin.
Li Parîsê li herêmên diyarkirî xwenîşandan û civîn ji saet 20:00an pê ve hatin qedexekirin. Li herêma Presqu'île ya Lyonê jî di navbera saetên 21:00 û 06:00an de qedexeya derketina derve hat ragihandin. Li hin taxên navendî yên Nice’ê jî ji saet 21:00an pê ve derketina zarok û ciwanan a ji bo kolanan hat sînordarkirin. Li Marsilyayê jî roja duşemê di navbera saetên 12:00 û 20:00an de destûr nehat dayîn ku civîn û xwenîşandan bên kirin.
Serokwezîr Sébastien Lecornu diyar kir ku wî ji waliyan xwestiye ku qedexeyên herêmî û sînordar bixin dewrê. Lecornu aşkere kir ku vebijêrka rewşa awartê jî wekî tedbîreke li ber dest e û ger hewce bike dê bê pêkanîn.
550 hezar an 800 hezar?
Di Şemiya 17ê Cotmehê de li tevahiya Fransayê 110 meş pêk hatin. Li gorî Wezareta Karên Navxweyî 550 hezar kes beşdarî van meşan bûne û li gorî rêxistinên xwendakar û sendîkayan jî 800 hezar kes. Himara ku wezaretê ji bo Parîsê aşkere kiribû 110 hezar bû.
Beşek mezin a meşan bê bûyer bi dawî bûn; lê belê li Parîs, Lille, Lyon, Marsilya û gelek bajarên din di navbera hin kom û polîsan de pevçûn derket, avahiyên dewletê hatin şewitandin û mixaze hatin talankirin. Li Limogesê banê avahiya dîrokî ya şaredariyê di şewatê de hilweşiya.
Li gorî bîlançoya dawî ku Wezîrê Dadê Gérald Darmanin di êvara 19ê Cotmehê de aşkere kir, ji dawiya hefteyê vir ve 2 hezar û 513 kes hatine desteserkirin û 67 kes hatine girtin. Rayedaran diyar kir ku zerar gihîştiye zêdetirî 3 hezar cihên kar an jî hatine talankirin. Darmanin da zanîn ku divê di hin dosyeyan de ji ber “sûcê rêxistinkirî” dema desteserkirinê ji 48 saetan derkeve 72 saetan.
Tevger ji banliyoyên hejar ên Parîsê belav bû
Protesto di meha Îlonê de li banliyoyên bakur ên Parîsê ku piranî çîna karker lê dijîn dest pê kirin. Xwendekarên lîseyê li hemberî kêmbûna mamosteyan, avahiyên kevin ên dibistanan û neyeksaniya di perwerdeyê de serî hildan.
Piştre xwendekarên zanîngehan, xebatkarên perwerdeyê, sendîka û ew beşên ku ji giraniya jiyanê bi gazinc bûn tevlî xwenîşandanan bûn. Hikûmetê soz da ku ji bo kêmasiya kadroyan bê çareserkirin dê nêzîkî 3 hezar mamosteyên bi wesif yên nû ji bo dibistanan were erkdarkirin; lê di budceya perwerdeyê de zêdebûnek çênebû.
Konfederasyona Giştî a Karkeran (CGT), di daxuyaniya xwe ya 19ê Cotmehê de daxwazên xwe yên derbarê perwerde, meaş û mercên jiyanê de wiha rêz kirin: Divê ji bo lîse û zanîngehan zêdetir çavkanî bên dabînkirin, divê mûçe û mûçeya herî kêm bên zêdekirin, divê mûçeyên kesên teqawidbûyî û bursên xwendekaran bên zêdekirin, divê zêdebûna bihayan bên rawestandin, divê dawî li kêmkirinên di tenduristî û xizmetên din ên giştî de bê anîn.
CGTyê di daxuyaniya xwe de wiha got:
“Ji bo tevgereke civakî divê bersiv ne tedbîrên ewlehî û zextkar bin. Bersiv çareseriyên siyasî ye.”
Sendîkayê xwest ku divê meaşên xebatkarên cihên kar ên zirar dîtine jî bi temamî bên dayîn.
Tundkariya polîsan jî mijara lêpirsînê ye
Îdîayên derbarê midxeleya hêzên ewlehiyê de jî mezin dibin. Li Saint-Étienne’ê piştî ku xwenîşanderekî 17 salî ji destê xwe bû, biryargeha IGPNê ku midaxeleyên polîsan lêkolîn dike ket dewrê.
CGTyê diyar kir ku di çalakiyên dawî de xwenîşanderekî din ê 17 salî ji çavê xwe bûye û li Toulouse’ê di kortêja meşê ya sendîkayan de çar rêveberên jin birîndar bûne, ji ber vê yekê daxwaza lêkolîneke serbixwe kir.
Wezîrê Karên Navxweyî Laurent Nuñez qebûl kir ku li hin bajaran polîsan kontrola xwe ya li ser bûyeran winda kiriye. Nunez berpirsiyariya kêmasiyên di amadekariyên ewlehiyê de girt ser milê xwe û îstifaya xwe pêşkêş kir; Serokkomar Emmanuel Macron îstifaya wî nepejirand û xwest ku pirsgirêkên di plansaziya polîsan û xebatên îstîxbaratê de bên lêkolînkirin.

Fransa: Xwendekaran 13ê Cotmehê weke roja grev û çalakiyên nû ragihand
Macron ji bûyerên tundkariyê komên “çepgirên tundrew” û talanker weke berpirsiyar nîşan da. CGTyê jî anî ziman ku xwenîşanderên aştiyane jî di midaxeleya polîsan de birîndar bûne û rexne li “stratejiya kaosê ya hikûmetê” girt.
Serokê Şaredariya Parîsê Emmanuel Grégoire diyar kir ku sazkirina ewlehiyê erka dewletê ye û rêveberiya navendî ji bûyerên dawiya hefteyê berpirsiyar girt.
Çalakiyên nû: 24ê Cotmehê û 5ê Mijdarê
Rêxistinên xwendakaran ji bo Şemiya 24ê Cotmehê ji nû ve bang kirin ku dakevin kolanan. Yekîtiya Xwendakaran (L'Union étudiante) ragihand ku Macron di axavtina xwe de behsa mijara burs, stargeh, xwarin û gihîştina xwendakaran a ji bo xizmetên tenduristiyê nekiriye.
Rêxistinên xwendakarên lîseyê jî ji bo 22 û 24ê Cotmehê û 3 û 5ê Mijdarê li ser çalakiyên nû diaxivin.
CGTyê jî 5 Mijdarê wekî roja grev û xwenîşandanê ya li seranserê welêt ragihand. Serokwezîr Lecornu bang li sendîkayan kir û xwest ku di 21ê Cotmehê roja Çarşemê de berî nîvroyê bi wan re bicive.
(AEK/AY)

