Fransayê bi daxuyaniyekê xwest ku demildest li Helebê agirbest bê ragihandin û anî ziman ku ligel DYAyê ji bo destpêkirina diyalogan di navbera aliyan de dixebitin.
Wezareta Karên Derve ya Fransayê derbarê êrişên çeteyên girêdayî Tirkiyê yên di bin baneya Hikûmeta Demkî ya Sûriyê de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyekê de hate ragihandin ku Fransa pevçûnên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê bi awayek fikar û ji nêz ve dişopîne.

Mazlûm Ebdî: Em li gel gelê xwe yê Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê ne
Her weha di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Em êrişên ku sivîlan hedef digirin bi tundî şermezar dikin. Banga me ew e ku hemû alî ji tundiyê dûr bisekinin û demildest agirbestê pêk bînin. Em bi DYAyê re di nav koordînasyonê de ne û hewl didin diyaloga di navbera Hikûmeta Demkî ya Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk de hêsan bikin. Em ji bo hevpariya Sûriyê û pêkanîna Peymana 10ê Adarê pêk were, dixebitin.”

Tom Barrack: Em li Helebê ji bo agirbestek mayînde dixebitin
Çi bûbû?
Aloziya li Helebê roja Sêşema 6ê Kanûna Paşîn a 2025an piştî ku komên hikûmeta Şamê dest bi topbarana giran a taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kir, dest pê kir.
Desteya Operasyonan a Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ragihandibû ku ji niha û pê ve hemû pêgehên leşkerî yên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê "hedefên leşkerî yên rewa" ne. Ji duh ve artêşa Sûriyeyê û komên çekdar êrişî taxên Kurdan ên Helebê dikin.
Li gorî daneyên Navenda Çavdêrîyê a Mafên Mirovan a Sûriyeyê(SOHR) heta niha 9 sivîl mirin e û 12 jê zarok 60 kes jî birîndar bûne.

Barzanî û Talebanî ji bo taxên Kurdan ên li Helebê daxuyanî dan
(AY)
*Çavkanî: AW

