Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Heyeteka ji Rojavayê duhî li paytexta Fransayê, li Parîsê digel serokê wê dewletê Emmanuel Macronî civîya. Nûnerê PYDyê, Xalid Îsayî da zanîn ku Fransa dê li Minbîcê ji aliyê leşkerî ve tiştên dikeve ser milê wê bike.
Xalid Îsayî herweha eşkere kir ku Fransa dê ji aliyê dîplomasiyê ve ji bo Efrînê bixebite.
Fransa dê hêza leşkerî bişîne
Rojnameyên Le Figaro û Le Parisien, eşkere kirin ku “Fransayê biryar da ew ê piştgiriya hevpeymanên xwe yên kurd bike. Faransa û Amerîka dê hêzeka leşkerî bişîne Minbîcê.”
Amerîka: Em ê derkevin
Serokê Amerîkayê Donald Trumpî jî di roja Pênşemê de, li Ohioyê gotibû:
“Sebeba ku em li wê derê(Sûriye) bûn, DAIŞ bû. Me piraniya armancên xwe bi destên xwe ve anî. Bihêlin bila hinekên dî bi Sûriyeyê ve eleqedar bibe. Em ê di demekê gelek kurd de ji Sûriyeyê derkevin.”
Tirkiye qebûl nake
Piştî daxuyaniya serokkomarê Fransayê Macronî, berdevkê Serokkomariya Tirkiyeyê, Îbrahîm Kalinî eşkere kir ku “Tirkiye dê navbeynkariya Fransayê qebûl neke”.
(PT/MB)