Fotograf: Evrîm Aydin / AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglû û bi daxwaza girtinê di Dadgeha Bilind de doz vekirina li HDPê di çapemeniya cîhanê de bi berfirehî cîh girtiye.
France 24ê bi ser nava “Li Tirkiyeyê HDPya ku piştgirê wê Kurd e, piştî hewldana girtina partiyê ji aliyê hukumetê ve li dijî ‘darbeya polîtîk’ têdikoşe” nivîsandiye. Her weha di nûçeyê de hatiye destnîşankirin ku hevserokên HDPyê ji sala 2016an pê ve girtîne.
BBC: Zext ji sala 2015an pê ve zêdebûne
BBCyê di nûçeya xwe de gotiye, “Erdogan dadgehan weke zext li ser mixalefeta siyasî ya li dijî AKPê û hukumetê bikartîne.”
“HDP, di sala 2015an de ji têkçûna agirbesta navbera PKK û hukumeta Erdogan pê ve ket bin zextên qanûnî û sîyasî.”
RTL Today: Weke teorik dikare red bike
RTL Today ku navenda wê li Luksembûrgê ye di nûçeya xwe de gotiye, “Dadgeha Qanûna Bingehîn weke teorik dikare daxwaznameya dozgerî red bike û HDPyê dad neke.”
“Lêbelê hukumetên rojavayî xweserbûna sîstema edaleta Tirk dinirxîne û Erdogan tohmetbar dike ku dadgehan weke armanceka siyasî li dijî mixalefetê bikartîne.”
WP: Bûye sedem ku rêveberiya Bîden bertek nîşan bide
Rojnameya Washîngton Postê jî balkişandiye ser daxuyaniya DYAyê û berteka rêveberiya Bîden destnîşan kiriye û bûyer weha nirxandiye:
“Ger pêkve bigirin dest, ev pêngavana, di qonaxa çareserkirina tekiliyên xirapbûyî yên bi DYAyê re gotinên dawî yên Erdogan yên derbarê bihêzkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê ku azadiya derbirînê jî di nav de lawaz kir. "Di çavên hevalbendên Rojavayî de jî dide nîşandan ku hikûmetê zextên bi salan ên li ser siyasetmedarên Kurd bi dijwarî zêde kiriye."
“Hevalbendên partiya Erdogan yên netewperest bi salane banga qedexekirina HDPê dikin.”
El Cezîre
El Cezîreyê di nûçeya xwe de weha gotiye:
“Selahettîn Demîrtaş, hevserokê berê , bi hezaran endam, parlamenter û şaredarên HDPyê bi zextan hatine girtin.”
“Bi hefteyan piştî sozên reformê yên têkildarî mafên mirovan yên Serokomarê Tirkiyeyê dabû parlamenteriya Gergerlîoglû hat betalkirin. Gergerlîoglû demeke alîgirê Erdogan bû û bi hêvîşikestinê re tevlî HDPyê bûbû.”
(PT/AY)