* Fotograf: Ji rapora kuştina Tahir Elçiyhi ya Forensic Architecture-ê
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Forensic Architecture-ê bertek nîşanî îdianameya doza kuştina Tahir Elçi, Serokê Baroya Amedê daye ku derbarê bûyera kuştina Elçiyî de raporeke berfireh amade kiribû.
Saziyê li ser hesabê xwe yê Twitterê rexne li îdianameyê kiriye û wiha gotiye:
“Duyem danişîna kuştina Tahir Elçiyî wê 3yê Adarê pêk were. Lê pirsgirêkek di îdianameyê de heye. Li gel polîsê me diyar kiribû endamekî PKKyê weke bersûcê kuştina Elçiyî nîşan dane. Lê delîlên me diyar kirine bi awayekî aşkere dane 0uyakirin ku endamên PKKyê gule bera Elçiyî nedane.”
“Tahir Elçi kedkarekî edaletê bû. Weke @diyarbakirbaro, @amnesty, @hrw û gelek saziyên mafparêz em jî li bendê ne ku dozeke adil û bi dûrbînî ne.”
Parêzer Nîhat Erini ji bianetê re behsa pirsgirêkên di îdianameyê de kiribû:
“Ne rast e ku failên polîsên hatine kuştin û kuştina Tahir Elçiyî di heman dosyayê de werin dadgehkirin. Em van weke du bûyerên cida dinirxînin û şik û guman çêdibin ku heke her du di heman dosyayê de bin wê peyketin bi awayekî bibandor pêk neyê.
“Bi îfadeya şahidê nepen a beriya danişîna 21ê Çiriya Pêşiyê hatibû wergirtin, dosya ber bi cihekî din ve kişandin. Şahidê nepen got ku endamê rêxistinê kuştiye. Ev jî dide xuyakirin ku dosyayê dixwazin ber bi hêleke din ve bikişînin.
“Lê di rapora li Londrayê hatiye amadekirin gotibû, dibe fail polîs bin. Lê Serdozgeriya Komarî ya Amedê piştî 5 sal di ser bûyerê re boriye, îdianameyek nivîsandiye û li gorî îfadeya şahidê nepen, wisa nîşan daye ku weke endamê rêxistinê kuştibe.”
Saziyê raporeke berfireh amade kiribû
Ajansa lêkolînê Forensic Architecture-ê ya bi Zanîngeha Londonê re kar dike, derbarê kuştina Tahir Elçiyî de xebatek kiribû.
Li gorî encamên vê xebatê, di kuştina Tahir Elçiyî de gumaneke mezin li ser polîsan heye.
Tahir Elçî, Serokê Baroya Amedê, 28ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2015ê dema li ber Minareya Çar Ling a li Sûra Amedê civîneke çapemeniyê çê dikir, hatibû kuştin.
Modela sêber a bûyerê hatiye çêkirin
Baroya Amedê, ji bo lêkolîna kuştina Elçiyi serî li Forensic Architectureyê dabû.
Forensic Architecture-ê delîlên dîtbarî, yên deng û belgefilm ên Baroya Amedê pêşkêşî wan kirine, analîz kiribû. Li gorî van delîlan û li gorî çêbûna bûyerê modeleke sêber a bûyerê çêkiribû. Bi vî awayî lêkolînek li ser bûyerê kiribû.
“Polîsên cil û bergên medenî li ser wan bûye, gule berdaye”
Saziyê di 8ê Sibata 2019ê de rapora xwe aşkere kiribû. Di raporê de ev tişt hatibûn diyarkirin:
* Beriya ku Elçî bê kuştin, li Kolana Gaziyê êrîşeke din a çekdarî çêbûye. Du endamên şaxê ciwanan ên PKKyî, gule bera du polîsan dabûn û ew kuşti bûn.
* Her du endamên rêxistinê ji cihê bûyerê baz dane û û ber bi Kolana Yenîkapiyê ve reviyan e ku Elçiyî li wir civîneke çapemeniyê çêdikir. Sehneya ku li pey vê, li ber çavên kamerayên civîna çapemeniyê dişopand çêbûye.
* Polîsên civîna çapemeniyê dişopand in ên cil û bergên medenî li ser wan bûne, gule bera endamên PKKyê, yên direviyan dane. Di encama vê pevçûnê de tenê kesek miriye, ew jî Tahir Elçiyê gule li patika wî ketiye.
“Guleyên endamên PKKyê nebûye sedema mirinê”
* Tahir Elçî, saet nêzî 10.55ê, di 7 saniye û 12 kareyan de (7:12) û bi yek guleyê hatiye kuştin.
* Li gorî ku tê xuyakirin, guleyên endamên PKKyê nebûye sedema mirin.
“Ji çekên lûledirêj gule nehatine berdan”
* Di dema ku lêkolîn li ser hatiye kirin de, dengên hemû guleyan dişibin hev. Ti delîl nehatiye dîtin ku di vê navberê de bi çekên lûledirêj gule hatine berdan.
* Tê dîtin ku Tahir Elçî rasterast dikeve ber hedefa her sê polîsên li cihê bûyerê (A, C û D) û dîsa hatiye dîtin ku ev her sê polîs zêdetirî carekê gule berdan e.
* Polîsê bi navê C, tekane polîs e ku pêşiya wî vekirî ye û bêyî li ber wî astengiyek hebe ber bi Elçiyî guleyan berdide.
* Di encama lêkolînê de derneketiye holê ku kîja polîs berpirsê kuştina Elçiyî ye lê polîsên di bin gumaneke xurt de ne hatine tespîtkirin.
* Ji derveyî vê lêkolînê ye ku gule bi armanca kuştina Elçiyî hatiye berdan an na. (AS/FD)