Fanzîna mehane ya bi navê Flashhilat bi edîtorîya Omer Faruk Baranî jimara xwe ya 10. derêxistiye.
Di hejmara Mijdarê de, Ziya Şeker di ser fotografên li aşxaneyekê re li dû "Şopa Bîranînên Mat" ketiye.
Rewşen Ercan li Xarpêtê kêlîyeke "Sê Pepûkên Xemgîn" girtiye.
Dilxwaz Aslan kadraj biriye ber guherîna Nisêbînê û "Qedera Dojehî" nivîsîye.
Mewlûd Oguz, bi fotografekî Harun Elkî qala "Nasnameya Qîrînekî" kiriye.
Aynur Çile şiîr û fotografê rê di "Rêşikestî" de civandîye.
Pınar Yıldız, li Qerecdaxê guh daye ser jineke gotiye "Niha Dinya Xweş Bûye"
Fırat Keklîk bi Ecem û Kurdekî bal kişandiye ser "Zimanê Kalbûnê"
Di berga paşî ya fanzînê de bi navê ''Agirbest'' fotografekî Berzê heye.
Flashava, Flashhilat
Flashilatê jimara 9. ji bo piştgirîya rojavayê bi navê Flashava derêxistibû.
Edîtorîyê bi van gotinan behsa guherîna navê fanzînê kiribû:
''Em bi bakur, başûr, rojhilat û rojavayê xwe hene. Loma, fanzîna me ya ji fotografîyê dinizile, di hejmara nehan de navê xwe ''flashhilat''ê diguherîne û dike ''flashava''; sed silav û serketin li neteweya me ya li vê hêlê û li wê hêlê''
Hêjayê gotinê ye ku li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, tekane berhema mehane ya bi zimanê kurdî fanzîna Flashhilatê ye.
(MB)