Fanzîna fotografîyê flashhilat, ku di Nîsana 2020an de jiber panîk û pandemîya vîrusa koronayê bi hejmara bi navê ''coronahilat''ê weşana xwe sekinandibû, bi hejmara 16an careke din dest bi weşanê kiriye.
Di hejmara 16an ya flashhilatê de nivîs, helbest û wêneyên li dora fotografîyê hene. Xemercîş Maydora bi ''Saet û Taet'' ya du parçeyên kin in bal kişandiye li ser deman û fotografan.
Ferec Koyistaniyî bi ''Wesîqeya Ewil'' gotin biriye ser flaşa nû li çavên wî ketiye. Dîlan Dildarê bi ''Hilma Bajêr'' Şêx Seîd bi bîr aniye. Ramazan Peksûyî di ser pirêzeyên şewitî re ''Li Ber Mirinê'' li bersiva pirsan geriyaye. Helbest Çetînî bi ''Ji Xelayê Heta Xêlîya Govendê Maske'' portreyeke ku vîrusa korona çêkiriye, nivîsandiye.
Bilalî Seçkin bi fotografên ''Sarûsermaya Rê'', Mem Alî bi ''Heywaxa Jîyanê'', Filîz Sutpakê bi ''Kelecana Naşî'', Hêja Adarî bi fotografekî ''Berf''ê, Azad Tûranî bi fotografê kalekî ''Heyfa Xortanîyê'' di vê hejmarê de cih girtiye. Omer Farûk Baranî fotografekî Ciwan Hacoyî yê "payîzê" destpê kiriye heta fotografçiyekî ji ber buhabûnê fîlmên analog zirar kiriye, ''Silava Edîtor'' daye.
Flashhilat wê careke din mehê carekê weşanê bike. (FD)