Flashhilat Fanzîn ya ku bi mottoya ‘’fanzîna ji fotografîyê dinizile’’ mehane derdiket dawî li weşana xwe aniye.
Hejmara dawî ya Flashhilat Fanzînê jiber vîrusa korona bi navê ‘’coronahilat’’ bi awayê e-fanzîn derketibû.
Ew fanzîna fotografîyê ya ku 15 hejmar derketibû. Li Rihayê dest bi weşanê kiribû û ew weşan li Amedê domandibû.
Temamê hejmarên Flashhilat Fanzînê bi awayê PDF li ser www.flashhilat.com peyda dibin; hûn dikarin deynin telefon û tabletên xwe. (FD)