Fanzîna fotografîyê ''flashhilat'' hejmara Hezîranê derxistiye. Di hejmara pêncan de bi çîrok, bîranîn û vegotinan nivîsên fotografîk hene.
Edîtorê fanzînê Omer Faruk Baran e, şêwirmendê medyaya civakî Sîmko Sonmez e.
Rozerîn Tadîk û Flashilat
Edîtoriya fanzînê diyar kiriye:
“Şerîf Polat bi ‘’Birayê Biyanî’’ li pey fotografekî zaroktîya xwe dike û ji çavên dîya xwe wî dinirxîne.
“Dilxwaz Aslan, fotografê hiznî yê heyranekî Gabriel Garcia Marquez radigihîne.
“Înan Eroglu bi ‘’Kezîyên Li Ser Avê’’ li dû şopa ferhengoke Dêrsimê dikeve.
“Rêbîn Ozmen behsa makîneya Gertrude Bell ya li Mîdyadê hatiye dizîn û bi şûnde lê vegerîyaye dike.
“Di berga paşî de fotografekî bênav û bêîmza li benda şiroveya xwendevanan e.”
Hêjayî bîrxistinê ye, flashhilat li Riha derdikeve.
(MB)
Çavkanî: Flashhilat