Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Flash TVyê biryar girtiye ku ji bo du mehan weşana xwe bide sekinandin. Flash TV yek ji wan kanalên taybet e ku li Tirkiyeyê dest bi weşanê kiriye.
Ji kanala Flash TVyê daxuyaniyek hatiye belavkirin û hatiye gotin ku “gelek zextên îdarî, siyasî û darayî li ser me hene”.
Di malpera kanala televizyonê de jî hatiye gotin ku “sûcê me bêalîbûn e..:”
Mûstafa Yenîgun, yek ji pêşkêşvanên berê yên Flash TVyê li ser hesabê xwe yê Twitterê wiha nivîsiye:
“Di rastiyê de bûyer ji rêzê ye; nekarîbûn, dixwazin bikin ku weke kanalê digirin û ji vê rewşê rizgar bikin. Ma ji bo 2-3 mehan kanal tê girtin? Dikana tekberan e? Hûn çima rewşeke nediyar ji bo xebatkaran çêdikin? Mafê her kesan bidin wan. Dema mirov li kar digerin bila birçî nemînin. Paşê hûnê ji kê re biraqisin hûn dizanin”.
Beriya demekê, ji ber ku nekarîbû pereyê kirêkirinê bidin Turksatê weşana Flash TVyê hatibû birîn.
Kanala ku piranî programên şahiyê diweşîne, piştî weşana wan hate sekinandin programên derbarê nûçeyan de dabû sekinandin.
Derbarê Flash TVyê de
Sala 1992yê dest bi weşana testê, di sala 1993yê jî de dest bi weşana xwe ya asayî kiriye.
Xwediyê wê Goktug Elektronîk A. Ş. ye ku Serokê Lijneya Rêveber Omer Goktug e. Şenal Şenol Berpirsê Giştî yê Weşanê ye.
Di serê salên 2000an de weke kanala muzîkê weşana xwe berdewam kiriye, lê paşê dîsa bernameyên şahiyê weşandiye.
Li Tirkiyeyê, bi Flash TVyê re programên zewicandinê hatine weşandin. (EKN/FD)