Navenda Mafên Zarokan a Atolyeya Fikir û Hunerê (FİSA), rapora xwe ya “Binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan li Tirkiyeyê” weşand. Rapor daneyên li ser medyayê hatine belavkirin yên mehên Hezîran-Tîrmeh-Têbaxa 2026an li xwe digire.
Li gorî raporê di mehên havînê de li Tirkiyeyê herî kêm 239 zarokan jiyana xwe ji dest dane ku pêşî li sedemên mirinê dikaribû bihata girtin.
Di raporê de hat gotin ku: “Ji zarokên mirine jê 174 kur, 60 jî keç in, nasnameya 5 zarokan jî ne diyar in.”
Li gorî daneyên ku ji 63 bajaran hatine berhevkirin, bajarên ku mafê jiyanê yê zarokan herî zêde lê hatine binpêkirin bi rêzê ve Riha, Dîlok û Amed e.
Di raporê de cih daye zarokên ku di dema wergirtina xizmeta dewletê de jiyana xwe ji dest dane. Di raporê de weha hatiye gotin:
“Di mehên havînê yên sala 2026an de di bûyerên ku di saziyên dewletê de û ji ber tiştên ku peywirdarên dewletê bixwe kirine ango ji ber îhmalkariyê herî kêm 14 zarok mirine. Herî kêm 5 zarok di dema wergirtina xizmeta tenduristiyê de, 4 zarok di dema çalakiyên werzişî û çandî de, 3 zarok di dema sûdwergirtina ji xizmetên rêveberiya herêmî de û 2 zarok jî di dema derbasbûna sînor de jiyana xwe ji dest dan e.”
Mirinên ku ji ber îhmalkariya dewletê pêk hatine
Di raporê de di bin beşa “Binpêkirina mafê jiyanê yê di encama îhmalkariya dewletê de” de hat destnîşankirin ku di nav 3 mehan de di encama îhmalkariya dewletê de herî kêm 225 zarokan jiyana xwe ji dest dane.
Di raporê de weha hatiye gotin:
“Ev binpêkirin di qadên ku Dewletê erka xwe ya pêşîlêgirtina binpêkirina mafê jiyanê bi rêyên wekî rêzkirin û venêranê bi cih neaniye de pêk hatine. Daneyên derbarê mirina zarokan a di çarçoveya tundkarî, mirinê li ser kar, îhmalkarî û binpêkirinên din ên mafê jiyanê yên di encama îhmalkariya dewletê de li jêr hatine pêşkêşkirin.”
Mijarên behsa wan di raporê de hatine kirin ev in:
Tevî nûçeyên kêm ên xwekujiyê ku di heyama Hezîran–Têbaxê de di medyayê de cih girtine jî, herî kêm 5 zarokan di encama xwekujiyê de jiyana xwe ji dest dane. Di nav van bûyeran de zarokekî/a 13 salî piştî ku ezmûna LGSyê nebaş derbas bûye, dawî li jiyana xwe anîye. Ligel bûyerên xwekujiyê, di heman heyamê de ji ber çekdargirtina kesane herî kêm 4 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Qezayên di encama teqîna çekên li malê û mirinên di encama gule reşandina li qadên giştî de di vê kategoriyê de hatin pênasekirin. Di hin bûyeran de hat dîtin ku zarokan bi çekên xizmên xwe jiyana xwe ji dest dane.
Xeniqîn û mirinên li qadên vekirî
Di heyama Hezîran–Têbaxê de herî kêm 46 zarokan li qadên vekirî yên bajarî û bejahiyan jiyana xwe ji dest dan. Mirinên li qadên vekirî yên bajarî û gundewarî; di qadên avahîsaziyê yên vekirî, kanala avdanê, bendav, çem, gol û qadên din ên giştî yên xetereyî ku tedbîrên pêwîst lê nehatine wergirtin de pêk hatin. Ji van zarokan 44 zarok, di bendav, çem, avên vekirî û di kanalên avdanê yên DSİyê de xeniqîne.
Qezayên li malê
Di çarçoveya ewlehiya fîzîkî ya nav malê û qezayên li malê de jî hat tomarkirin ku herî kêm 28 zarokan jiyana xwe ji dest dane. Ji van mirinan jê 20 ji pencere û şaneşînin vekirî ketine xwarê. Her wiha di heman heyamê de 6 zarok ji ber elektrîkê, 4 zarok di şewatê de, 1 zarok ji ber jehrîbûnê û 10 zarok jî ji ber îhmalkariyên din jiyana xwe ji dest dan.
Ji 10 mirinên zarokan ên di çarçoveya îhmalkariyên din de hatine tomarkirin jê 5 di mekanên geştyariyê de yên ku zarok ji bo bêhnvedanê lê bûn pêk hatin.
Mirinên di dema karî de
Mehên havînê ew heyama ku zarok li cihên kar zêdetir in û xetereya mirina wan zêde dibe ye. Li gorî agahiyên di çapemeniyê de belav bûyî di heyama Hezîran–Têbaxê de herî kêm 44 zarok di dema karî de mirine. Ji wan 36 zarok karker in. Ji zarokên jiyana xwe ji dest dane 3 di çarçoveya lîseya pîşeyî, 2 jî di çarçoveya stajyeriya Navenda Perwerdeya Pîşeyî (MESEM) de gava di cihê kar de bûn di mirine. 5 zarok jî gava wekî karkerên çandiniyê yên demsalî dixebitîn jiyana xwe ji dest dan. Diyar bûye ku ji zarokên jiyana xwe ji dest dane herî kêm 4 penaber in.
Tundkarî
Di heyama Hezîran–Têbaxê de di encama tundkariyê de herî kêm 8 zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ji van mirinan 5 di encama tundkariya hevsalan, 2 di encama kuştina zarokan û 1 jî di encama tundkariya li ser bingeha zayendiya civakî de pêk hatin. 8 mirinên zarokan ên ji ber tundkariyê; di jiyana wan a rojane de, di nav hevalên wan de, di nav malbatê de û di qadên giştî de pêk hatin.
Di heyama Hezîran–Têbaxê de herî kêm 19 zarokên koçber û penaber mirine.
(NÖ/AY)
