Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Bi veguherandina rêziknameya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê, êdî li ser înternetê û li piyaseyê firotina siyanûrê hat qedexekirin.
Bi Rêziknameya Veguherandinê ya der barê Qeyda Madeyên Kimyewî, Nirxandina Wan, Rêziknameya Der Barê Destûr û Sînordarkirinê da ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin ji bo kirîn û firotina siyanur û madeyên wek siyanura hidrojen, asîta hidrosiyanik, kalsiyum siyanur, kadmiyum siyanur, oksîta diciva disiyanurê, sodyum siyanur, siyanura sifir, siyanura potasyumê û siyanura çînkoyê veguherandin hat kirin.
Di vê çarçoveyê da siyanur û madeyên ku wê tînin meydanê wê êdî bi armanca ku bifiroşin gel wê dernexin piyaseyê û li ser pakêtên wan jî nivîsa "Bi tenê ji bo bikaranîna pisporî û endustriyelê ye" wê hebe.
Kirîn, firotin û şopandina siyanurê wê bê kontrolkirin
Bi veguherandina rêziknameyê, ji bo siyanur û madeyên wê tînin meydanê li nav welêt bi hêsanî û ji nêz va bikaribe bên teqîbkirin tijîkirina danezanê ket rewacê.
Lewra bikarhêner û yan jî kiryarê herî dawîn wê hemû agahiyên di "danezana bikarhênerê dawîn" da tê xwestin tijî bike. Yanî binivîse û piştî wê bikaribe wê madeyê bikire.
Ev pergal ji hêla kes û saziyên ku siyanurê çêdikin, yên difiroşin, yên belav dikin û yên bi kar tînin va jî wê bê sepandin.
Saziyên siyanurê îmal dikin û yên difiroşin divê danezanên xwe heta dawiya mehên adar, hezîran, îlon û berfanbarê yên salê bigihijînin Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê.
Bi vê yekê va ew kes û sazî wê sedema îmalkirin, kirîn û firotina siyanurê pêşkeş bikin û bi vî awayî jî tê xwestin ku bila gel di piyaseyê da nekare bi hêsanî siyanurê bikire û wek tewdîr jî wê ev yek bê sepandin.
Di veguherandineke din a rêziknameyê da jî ji bo bikaranîna madeyên kimyayî nasandina "endustriyel" û "profesyonel"ê ket rewacê.
(MB)
Çavkanî: Abdullah Tel/AA