Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Firotina cixareyên ku bi tûtina qaçax hatine pêçan û yên ku ji bili tûtinê tiştên din di nav de ne, ji îro û pê de qedexe bûne. Kesên ku van cixareyan bifiroşin wê bên cezakirin.
Piştî ku Qanûna Têkoşîna bi Qaçaxçîtiyê re hatiye guhertin kesên ku van cixareyan bifiroşin wê ji 3 salan heta 6 salan bi cezayê girtîgehê werin cezakirin.
Her weha ji 1ê Tîrmeha 2021an û pê de kesên ku destûrnameyê ji Wezareta Çandinî û Daristanan nestînin an jî Wezaretê ji firotinê agahdar nekin wê nikaribin bazirganiya vî karî bikin.
Di 26ê Hezîranê de biryara qedexekiran firotina van cure cixareyan di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin û ev biryar fermî bûbû.
Li gorî zanyariyên fermî li Tirkiyeyê 25 hezar dikandarên ku cixareyên navborî difiroşin hene. Her weha li ser înternetê jî zêdetirî 300 hezar firoşgeh hene.
Ji tûtin û kelûpelên wê di sala 2019ê de dewletê nêzîkî 50 milyar TL baca taybet bi dest xistiye. (TP/FD)