Tirkiye di qonaxeke dîrokî re derbas dibe. Ji aliyekî pêvajoya aştiyê di navbera dewlet û PKKê de didome û îhtîmala çekdanîna PKKê a bi temamî ketiye rojevê. Ji aliyê din ve, di hevrasta van geşedanan de, em bi dînamîkên din ên ku rê li ber avakirina aştiya civakî digirin re rû bi rû ne: Êrîşên li ser xebatkarên Kurd ên li Hatayê, gotinên nû yên nîjadperestî ku bi lez li ser medyaya civakî belav dibin, normalîzebûna zimanê cihêxwaz û serdest di derdorên akademîk û rewşenbîrî de... Ev hemû nîşan didin ku nîjadperestî her ku diçe di navenda jiyana giştî de cîgir dibe.
Îro em di qonaxeke de ne ku îhtîmala aştiyê tê nîqaşkirin. Lêbelê di heman demê de pêlek nû ya nijadperestiyê bilind dibe û vê pirsê bi xwe re tîne: Bêdengkirina çekan û geşbûna hêviyên aştiyê, bi ziman û pêkanînên nîjadperest ên ku di qadên cihê yên civakê de têne dubarekirin, çawa dikare li kêleka hev be?
Hiqûqnas, nivîskar û Koordînatorê Kovara Lêkolînên Kurdî Firat Aydinkaya ji bianetê re behsa van nakokî û formên nû yên nijadperestiya li Tirkiyeyê kir.
“Populîzma rastgirîya nû di bedena nijadperestîyê de xwe îfade dike”
We di gotarên xwe yên berê yên bi sernavên “Nijadperestiya Kolonyalî” û “Em bi Tirkperestiyeke nû re rû bi rû ne” de, nijadperestiya li Tirkiyeyê bi perspektîfên cuda nirxandiye û bal kişandiye ser zêdebûna formên nû yên nijadperestiyê. Îro dema ku em pêvajoya çekdanîna PKKê û zêdebûna mînakên nîjadperestiyê yên di jiyana rojane de bigirin ber çav, ev her du çarçoveyên têgehî ji bo têgihiştina geşedanên heyî çi perspektîfê pêşkêş dikin?
Belê rast e, nijadperestiya Tirkan xwe nû dike, ji nû ve xwe hildiberîne. Aniha nijadperestî li ser çend esasan xwe nû dike. Ya yekem ji pevajoyên de-kolonyalîzmê em dizanin ku, tirsa windakirina statuyê, yanê tirsa wekhevîyê agirê nijadperestîyê gur dike. Binêrin: Kampanye ya “ez ne ji Tirkîyê me, Tirk im” ya duyem îhtimala mafgirtina Kurdan nijadperestîyê har dike. Binêrin: Numayîşa li dij-perwerdeya Kurdî. Û dawî: Nijadperestiya Tirkan her daîm bi tundkarî, bi bangawazîya tundkarîyê xwe nû dike. Binêrin: Qampayayê tehcîr û jenosida Kurdan.
Baş e çima anha? Çar sedem hene: Mafgirtina Kurdan ihtîmal e. Krîza aborî her diçe dijwar dibe. Û çuyîna Sûrîyeyîyan. Heta anha Sûrî paratoner bû, lê êdî paratoner nema. Ya çarem sedemek global e. Weke em zanin rastgirîyeke nû ne tenê li ser Tirkiye’yê, li ser dinyayê ve jî girtîye. Ev rastgirîya nû bi saya nijadperestîyê belav dibe, reaksîyonên nijadperestîyê rizaya girseyan tehsîl dike, dilê girseyan rihet dike. Populîzma rastgirîya nû di bedena nijadperestîyê de xwe ifade dike.
Nijadperestî ne nexweşî ye, ne jî fikir e; praksîsa xwe mezin dîtinê ye, dewa efendîtîyê ye, bi bîrxistina xwedîyê malê ye.
“Nijadperestiya Tirkan kolonyal e”
Wekî hûn jî dizanin, demek berê Îlber Ortaylî mijara niştecihkirina neteweyên cuda li erdnîgariya Kurdistanê anîbû rojevê. Tiştên ku Îlber Ortaylî dibêje, têkiliyekî wê yê çawa bi polîtîkayên endezyariya demografîk ên bi dîroka Komarê re heye?
Nijadperestiya Tirkan kolonyal e. Û bi salan e me ev realite daye aliyeke mixabin. Loma gava yên weke Ortaylı, Afyoncu, Ozdag diaxivin em heyirî dimînin. Lêbelê nijadperestiya wan li ser beden û welatê Kurdan runiştîye. Gava li Kurdan dinêrin ferman tê ser lêvê wan, gava bo Kurdan teswîra dikin gramera biçukxistinê tê bîra wan. Sartre gava nijadperestiya civaka Amerîkayê rexne dikir, digot dema reşik dikeve bîra wan; pêlav, valêz, makine û asansor tê ber çavên wan. Halê me Kurdan jî dişibe vê rewşê. Rewşenbîr û siyasetvanên Tirkan gava li me dinêrin xerîte, niştecih, kadastro, sirgun û valakirin tê ber çavên wan.
Dixwazim bala we bikşînim ser beşa dîrokê. Ji ber ku nijadperesti her tim xwe dubarekerin e, loma tarîx şahid e. Bila were bîra me, gava projeya Osmanî ya kolonyal destpê kir, wê demê ji Asyaya Navîn niştecih anîn li ber derê Kurdan û Ermenan bi cîh kirin. Ji salên 1870yan vir ve çiqas dewlet dikevin tengasîyê, dest diavêjin endezyariyên demografîk û nifusan. Komara nû jî ev politika berdewam kirin. Îsmet İnonu di raporên xwe de bi hêvîyek germ dibêje li welatê Kurdan “divê Tirkbûn were ajotin.”
Nifus weke ku em zanin ji bo politikayên kolonyal mijareke sereke ye. Ziya Gokalp ji bo vê yekê digot, “gel baxçe ye, dewlet jî baxçevan e.” Ger wisa be, baxçevan dikare baxçe her tim tenzîm bike, gihayên çolê ji kokê ve rabike û şûna wan de gihayên nû daynin.
Dîsa bila were bîra me: Baxçe, baxçevanî, rakirina gihayên çolê, ajotina gihayên nû hemû jî di ferhenga komkujîyê de hene. Nijadperestiya Ortayli dewa baxçevanîyê dike, yanê behsa jenosidên nû dike.
Li aliyê din Ortayli binhişê dewletê ye. Bila sebep na axive. Em ji bîr nekin ku, nijadperestî siparîş e, ji bo roja teng tedbir e, plana duyem e.
“Nijadperestîya nû: Tekno-Nijadperesti”
Di van demên dawîn de ne tenê axaftinên nîjadperestî yên klasîk, her weha bêjeyên nû ên wekî “hırt” jî di nava zimanê rojane de êdî cîgir bûye. Bi taybetî kesên ku xwedî rolên civakî yên cûda pêşengiyê ji vê rastiyê re dike. Weke mînak doktorek dikare bi hêsanî vî zimanî li ser medyaya civakî bi kar bîne û bi tu cezayan re rû bi rû nemîne. Ev nîşan dide ku axaftinên nijadperestî hem bi polîtîkayên bêcezakirinê tên normalîzekirin û hem jî têne parastin. Bi dîtina we ev veguherîna zimanî di pêvajoya rewakirina nîjadperestiyê de çi rolê dilîze?
İnkarkirina Kurdan form diguherîne, nijadperestî kiras diguherîne, tekno-modernîze dibe. Em dikarin vê nijadperestîya nû weke “Tekno-Nijadperesti” binav bikin. Ji ber ku ev nijadperesti zêdetir sanal e, hilberîna kulturî ye, anonim e, fragmanter e, imece ye. Bi yek “tuş”ek, an bi yek “like”k, an bi yek “rt”yek mirov dikare tev lê bibe.
Ev nijadperestiya nû Kurdan ji nû ve diafirîne, ji nû ve hildiberîne. Berê nijadperestiya Tirkan, Kurdan înkar dikirin, aniha jî nav û tarîxa Kurdan ditewînin. Ji ber ku derfeta înkarê êdî tune ye, loma Kurdan ne mirov, dibe ku mirov; ne millet, komek bê welat û berdest dibînin, wisa lanse dikin.
Li aliyê din Fanon digot efendî gava qala bindestan dike bi navê heywanan ji wan behs dike. Berê peyvên biyolojik bi kar dianîn û ji bo Kurdan digotin “kuyruklu Kürt (Kurdên bi doçik)”, aniha jî peyvên nijadperestiya nû yanî peyvên kulturî dişixulînin. Berê digotin doçika Kurdan heye li paş wan dinêrîn, anha dibêjin penîsê wan dirêj e, li pêşîya wan dinêrin. Bi peyvan dilehîzin, bi herfan peyamên subliminal didin. Jixwe nijadperestî, ji nû ve nav lêkirin e, kategorîzekirin e, stereotîpkirin e.
Du taybetmendîyê nijadperestiya Tirkan hene û em pirê caran vê realiteyê başguh dikin. Li gor teorîya civakî em dizanin ku, nijadperestî ji tevgera netewperwerîyê ye (netewperweriya serdest). Di warê naverok û stilîzasyonê de cudahîyeke taybet heye û ev her du helwestan sinordar dike. Lêbelê taybetmendîya nijadperestiya Tirkan ewe ku pirê caran sînor bê wate ye, binpêkirina sînoran e. Pirê caran kijan netewperwerî ye, kijan nijadperesti ye, mirovên tev lê dibe jî ji hev dernaxe.
“Di navbera netewperweri û nijadperweriya wan de sînor ne diyar e”
Loma inkarkirina nijadperestiyê ji bo wan hêsan e. Hemû kes helwest û nirxên nijadperestiyê, weke helwest û nirxên netewperweriyê dibîne. Her kes dibêjin em netewperwer in, ne nijadperest in. Welhasil di nava nijadperestî û netewperweriya wan de mesafe anha rabûye û her kes her dem bi dilrihetî dikare xwe li nijadperestîyê bigre. Loma bi dilrihetî dibêjin di nava welatê me de nijadperesti tune ye.
Netewperwerîya wan rûyê nijadperestiya wan digire, normalize heta pekan dike.
Ya diduyan gava nijadperestiya xwe weke netewperwerî nişan bide wê demê bi saya netewperwerîyê dikare derê her ideolojî û sazîyan vebike. Bi ya min tam jî ji ber vê yekê mihafazakarên wan, sinetkarên wan, liberalên wan bi hesanî dikare kirasê nijadperestîyê li xwe bike. Heta û heta weke em zanin ku di olan de û di sosyalizmê de piçek dermanê nijadperestîyê heye, feqet em dibînin ku nijadperestên zexm di oldarên wan û di sosyalistên wan de jî derdikeve. Dîsa sedem heman tişt e. Di navbera netewperweri û nijadperweriya wan de sînor ne diyar e.
Weke mînak li nameyên Ahmet Hamdi Tanpinar binêrin. Li Parisê, Tanpinar di nameyeke xwe de dibêje “moda zencîyan li vir heye. Me ev pezevengana dikir axayê haremê, wan jî kirîye zavayê fexrî.” Binêrin videoyên Besim Tibuk çiqas rihet heqaretê li Kurdan dike, binêrin axaftinên Cubbeli Ahmet Xoce, çiqas rihet Kurdan ji dîn derdixe, binêrin Partiya Komunîst ya Tirkan çiqas rihet hukmê kolonyalizmê dike.
Xulase bo ideolojîyê Marks digot, “nizanin lê dikin.” Lê di vê meseleyê de rewş ne weke Marks e: “Dizanin, dîsa jî dikin.”
“Dewlet herî zêde di qada kultur, kultura populer de bi organîze ye”
We berê jî behsa “estetîka nîjadperest” a ku li ser medyaya civakî hatibû çêkirin, kiriye. Di demek nêz de li Hatayê li dijî karkerên Kurd êrişên nijadperestî pêk hatin. Li piştî vê êrişê naverokên dîtbarî û nivîskî li ser medyaya civakî yên hatin belavkirin. Ev jî nîşan dide ku vê estetîkê çandeke ji tûndkariya ya kolektîf ava kiriye. Êrîşên bi vî rengî û bertekên dîjîtal ên li pey wê, gelo tê wê wateyê ku nîjadperestî ne tenê gotina nefretê ya şexsî ye, di heman demê de wekî organîzekirineke qadî ya estetîk-polîtîk e?
Ev estetîka nijadperestîyê muhîm e rastî jî. Halide Edipê di berhemê xwe de qala medenîbûnê (asrilik) dikir, qerekterek wê digot ez ê herim bi gramofon û reqsa xwe, Diyarbekirê medenî bikim. Ahmet Hamdi li Parisê digot ez ji nijada ariya me, ji zenci û Çiniyan heznakim. Li pêşîya Tanpinar, Namik Kemal jî bi vê gramerê diaxivî, bi temsilên biçukxistî digot, “lêkirina lîbasên sor yên koleyên Ereb yaxut dayîna qîzeke Çerkes bo axayê Haremê.” Estetîka nijadperestiyê helbet ji edebiyatê dest pê dike.
Bi ya min, dibe ku zêde haya me jê tune be feqet dewlet herî zêde di qada kultur, kultura populer de bi organîze ye. Em karin bêjin di qada kulturê de bê dewletê, çuçik jî nikare bifire. Loma ev estetik helbet pirê caran produksiyona qanalê dewletê bixwe ne.
Li aliyê din mînaka Hatay gelek watedar e. Bila gohê Lukacs çîn be di binê her estetîkê de bingeheke çînî heye. Aniha ev estetika nijadperestîyê a ku em behsa wê dikin, di rastiya xwe de çînayetî ye, kîn û nifreta çîna navîn e. Estetîka nijadperestiya Tirkan milkîyeta çîna navîn e.
Çînên navîn bê hizur in, zemîna binê wan diherike, ihtîmala bê milkbûnê xwe daye ber derî; loma bi hêrs û bi nifret in. Ji tarixa faşîzmê em zanin ku, gava çînên navîn panîk û li ser tetikê bin, nijadperestîyeke hilweşîner dibe gramer û estetîka wan. Mesela bo şertên pogroman amade bikin, dibêjin beravên (sahîl) behran di destê Kurdan de ne, ew bûne mafya û dewlemendîya behran dixwin.
Ji ber ku nijadperestî weke terapî ye bo van çînan. Ji wan re bersivek sade û hêsan pêwîst e, ji wan re sedemek ne dûr, sedemek li ber çavan pêwîst e, ji wan re ne reçete, “gunehkar” pêwîst e.
Niha herî zêde reaksiyonên nijadperestîyê li ser internetê tê bikaranîn. Di sehneyên youtubêran de, hevpeyvînên kolanan de, efektên li ser facebookê, wêneyên instagramê, hevokên twetterê (X) de zêdetir ev karan tê kirin. İnternet ya rastî kaniya nijadperestan, kargeha tûndkarîxwazan e. Çima gelo?
Bersiv hesan e: Ji bo nijadperestîyê heqîqeta tiştan lazim nîn e. Fikirandin, lêkolîn, dadrêsî lazim nîn e. Weke xwarina aperatif û ser lingan xurakên sivik lazim e. Afişek, hevokek, wêneyek, efektek bes e.
Lêbelê li pêşîya tekno-nijadperestiyê, febrîqa nijadperestîyê akademî û zanîngeh bû. Zanîngehên Tirkan zanîna netew-dewletê diafirand. Bi saya kovaran, bi saya kursîyan, bi saya gotar û pirtûkan nijadperestî belav dikirin. Aniha qada nijadperestîyê guherî ye, êdî akademisyenên weke Erhan Afyoncu, weke Bengi Başer li ser medyaya civakî vî karî dikin.
Çend taybetmendîyên nijadperestîya nû: Xitabê çavan dike, parodik e, kêf dide mirovan, bê zehmet e, xema cezayê tune ye. Hêsan e, bi yek tuşek dibe û belav dibe, bivegirtin e, ecibandin xarantî ye. Reva ji fikran e, hewldaneke sosyal e, sosyalbûyîn xarantî ye. Bêhna muxalefetê jê te, nerazîbûna li hemberê hukumetê xarantî dike. Hîsa efenditîyê tatmîn dike, bi vê sayê tehma xwedîyê malê digrin û bi vê sayê kirasê apolitîkbûnê diqelişînin û dikevin qada politikayê. Li gor wan bi vê terzê deynê hemwelatîtî ya xwe didin.
Estetîka bi vê rengê rehabilitiasyona çîna navîn ve girêdayî ye. Ji ber ku teknolojîyê baş bi kar tînin, dixwazin statuya xwe ya lerzok li ser internetê zexim bikin. Bi saya şopînerên zêde populer dibin, bi saya qanalên youtubê dibin xwedîyê kolonîyê sanal.
Ev jî heye ku, destê dewletê her tim di nava çîna navîn de ye. Heta belki ji burjuvaziyê zêdetir, dewlet di nava çîna navîn de bi organîze ye. Dewlet bi saya van çînan nabza civakê digire û arezuyên wan organize dike. Tekno-nijadperestî bi estetika çînîyên navîn, bi arezuyên faşîst, bi hestên ezeb dixwaze dinyayeke faşist li dar bixe.
“Dewlet niha dewleta Karadenizîyan û Anatoliya Navîn e”
Em dibînin ku gotinên nijadperestî ne tenê bi medyaya civakî ango bi hin kesayetan ve sînordar in, lê her ku diçe bi awayekî giştî berbelav dibe. Ev rewş nîşan dide ku nijadperestî li Tirkiyeyê bûye parçeyekî asayî ya jiyana rojane. Li aliyê din em di qonaxeke wisa de ne ku hêviyên aştiyê bilind bûye û pêvajoya çekdanîna PKKê di rojevê de ye. Hûn vê nakokiyê çawa dinirxînin? Ragêşiya di navbera pêvajoya aştiyê û nijadperestiya ku asayî bûye de, di warê wekheviya civakî û jiyana hevbeş de dê çi encaman derxe holê?
Kê/kî dibêje çi bila bibêje, nijadperestî kevirê ewil yê komarê ye. Hestî ji bo bedena mirov çi be, nijadperesti jî ji bo komarê ew e.
Girseya nijadperestiyê ya niha ki ne gelo? Wisa dixûye ku, muhacirên balkan û muhacirên kafkasyayê li herî pêş in, çimkî nerehet in. Dewlet niha dewleta karadenizîyan û ya anatoliya navîn e; ihale, sermaye û dewlemendiya dewletê di destê wan de ye. Loma Akdeniz, Ege, Trakya, xeta Bursa û Sakaryayê eciz e. Lê helbet ev jî heye ku, ji ber hîn polîtikayên navxweyî girseyek Karadenîziyan jî xiyalşikest in û ev jî meyalên vê pêlê ne.
Dewlet ji 2017an vir ve dewletek din e. Dewleta nû li ser konsorsiyumeke ava bû ye. Di nava dewleta nû de jî fraksiyonên li hemberî aştiyê hene û dixwuyê. Jixwe li Tirkîyê gava nijadperestî gur bibe, em zanin ku baskên dewletê yên nerehet benzîn di destan da ye. Loma nijadperestî selama li ser pehnî ya hemwelatîyan e.
Feqet ev jî heye ku dewlet ji kontrolê hez dike. Nijadperestiya nû piçek bê kontrol e, carna sinyalên faşizma rêxistinî dide û dixwaze otonom bibe. Taybet jî ev nijadperestiya nû, nijadperestiya xwendeyan e, hereketa Kemalizmên sekter e, xwestekên wan ên politîk hene. Di warê Kurdan de xwedîyê fanteziyên kolonyal in, xwedîyê sekulerizmeke rijit in, fikrên wan ên derbarê aboriyê de korporatizm e. Tenê hedê Kurdan rava nakin, ji dewletê re dibêjin dewletbûyîna xwe bizane, “şaş mebe tu dewleta Tirkan e.” Ya rastî nerazîbûna xwe ya li hemberê hukumetê, li ser erîşa Kurdan afişe dikin.
Ev tiştên em behs dikin ne nakokî ne. Mesele planên li ser masê û bin masê ne.
“Populîzma rastgirîya nû netewperwerî û nijadperestiyê jî nû ve pênase dike”
Hûn nîjadperestiya ku li ser medyaya civakî bi berfirehî belav dibe, di çarçoveya kodên nîjadperestiya kolonyal de dinirxînin. Ji ber vê yekê hûn dibêje ku ji bo rewabûna tirkperestiya nû roleke girîng lîstiye. Gotinên nîjadperest ên li van qadan tên afirandin, ne tenê îro, di pêşeroja siyasî û civakî ya Tirkiyeyê de rol digire. Bi dîtina we ev fonksiyona medya û akademiyê dê bi çi rengî rê li ber wê yekê veke ku tirkperestiya nû di qonaxa pêş de pergaleke ji zext û cihêkariyê ava bike? Di vê rewşê de bi taybetî ji bo Kurdan çi metirsî hene?
Em Kurd ji bîr nekin ku, em îroj di dinyayeke nû de dijîn. Rastgirîyeke nû seranserê dinyayê girtî ye. Rihê vê rastgirîyê populîzm e. Populîzma rastgirîya nû wate û fonksîyona netewperwerî û ya nijadperestiyê jî nû ve pênase dike. Ji ber vê yekê netewperwerî hewldanek tewîzkar, dudil, liberal, nijadperesti; radikal û afirîner dixuyê. Loma divê em Kurd bizanin êdi mixatabê me bi giranî netewperwer nîn in, nijadperest in. Nijadperestî êdi dikeve şûna neteperwerîyê.
Dîsa divê em ji bîr nekin ku nijadperestiya Tirkan nijadperestîyek ne ji rêzê ye, nijadperestîyek sazumanîyê ye, ji febriqeya dewletê belav dibe. Xwedî tecrubeyên kolonyal û komkuj in.
Nijadperestîya nû ne weke ya berê ye. Nijadperestîya berê ya em dizanin kêm zêde nijadperestîyeke tevgir bû, dixwestin Kurdan asimîle bikin loma opsîyona tehcirê zû bi zû nediket ser lêvê wan. Aniha dev jî ihtîmala asimilasyonê berdane û tehcîr û sirgunê didin pêşiya xwe.
Xulase nijadperestî ne tenê pratikên rojane ye, hedefên maksimalîst jî dihewîne. Nijadperestîya aniha ya em jê behs dikin politikaya wan ya derbarê Kurdan de ew e: Kurd bila berdest, bê maf û bênav bimînin. Ger ev nebe bila herin welateke din, ger ev jî nebe bila were qirkirin-tehcir kirin.
Welhasil nijadperestiya nû ya Tirkan ji Kurdan re dibêje: Ya dewama koletîyê ya tehcîr.
(DM/AY)




.jpg)

.jpg)
