Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Firat Anli hat tehliyekirin. Hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2016ê de hatibûn desteserkirin û paşê hatibûn girtin.
Di 1ê Çiriya Paşiyê de ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê qeyûmek wek şaredar hatibû erkdarkirin.
Piştî tehliyekirina Firat Anliyî hejmara hevşaredarên DBPyî(Partiya Herêman a Demokratîk) ji 72yê bû 71.
Li gor îdianameya ji bo Amliyî hatî amadekirin bi telîmatên ji bêtêla PKKyê hatîn îmkanên şaredariyê hatine bikaranîn.
Herweha girtîyekê nameyek ji Anliyî re şandiye û di nameyê de jê re gotiye “heval” ev yek wek delîl li dijî Anliyî hatiye nivîsîn.
Firat Anli kî ye?
Di sala 1971ê de li Amedê(Diyarbekirê) hatiye dinyayê.
Wî li Zanîngeha Dîcleyê, li Fakûlteya Hiqûqê xwendiye û master li ser rejîmên partiyên sîyasî kiriye.
Anli, di sala 1994ê de bûye serokê, Berpirsiyarîya Amedê ya Partiya Gelan a Demokratîk(HADEP).
Ew di sala 1995ê de li Amedê û di sala 1996ê de li Enqereyê hatiye girtin.
Di salên 2003-2004ê de bûye serokê Berpirsiyarîya Amedê ya Partiya Gelên Demokratîk(DEHAP), di sala 2004ê de bûye serokê, Şaredariya Yenîşehîrê ya Amedê.
Ew di sala 2009ê de serokê Berpirsiyarîya Amedê ya Partiya Civaka Demokratîk, di wê demê de wî beşdariya civînên li Parlamentoya Ewropayê , Civîna Sosyal Enternasyonelê û gelek civînên dî kiriye.
Bi lêpirsîna KCKyê(Koma Civakên Kurdistanê) di sala 2009ê de hatiye girtin û 40 mehan di girtîgehê de maye.
Di sala 2014ê de wek hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatiye hilbijartin.(BK/MB)