Fîlmê muzîkal ê bi navê “Stranên Keziya Sor” li navendên çand û hunerê yên bajarê Qamişlo, Kobanê, Tebqa û Reqayê hate nîşandan.
Tevgera Çand û Hunera Jin a Hîlala Zêrîn, bi hevkariya Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê, Saziya Çandê ya Pargîn û Hunergeha Welat ve fîlmê muzîkal çêkir. Fîlm balê dikişîne ser dîroka têkoşîna jinan a cîhanê. Amadekariyên fîlmê 7 mehan dewam kir.
Fîlm 20 deqe ye û ji tevahî pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 200 jin di fîlm de cih digirin. Fîlm li Reqa û herêma Cizîrê hatiye kişandin.
Fîlm li Qamişloyê li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxoyî, li Kobaniyê li Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xidoyî ya bajarê Kobaniyê, li Tebqa û Reqayê jî li navendên çand û hunerê yên bajarî hate nîşandan. (FD)