Li salonên sînemayê yên Tirkiyeyê vê heftê 4 fîlmên nû wê bên nîşandan.
Piştî bi 13 salan fîlmê Avatarê bi xelekeke nû derketiye pêşberî sînemahezan. Avatar beriya niha di sînemayan de bûbû xwediyê rekorê. Navê vê xelekê "Avatar: Rêya Avê" ye.
Di fîlmê nû ya xelekê de James Cameron dîsa derhêner e. Sam Worthington, Sigourney Weaver û Zoe Saldana di rolên sereke de dilîzin.
Fîlm balê dide li ser çîroka Jake Sully ku li gerstêrka Pandorayê tevlî gelê Navi dibe û digel Neytiriyê malbatekê ava dike. Her wiha gava dijminekî nû belaya xwe li gerstêrka wan dide, digel gelê Navi têdikoşe.
"Di tava nîvro de stêrk"
Cûreya wê tirs û dram e Claire Denisê derhêneriya wê kiriye. Lîstikvanên wekî Margaret Qualley, Joe Alwyn, Danny Ramirez û Benny Safdie dilîzin.
Fîlmê ku ji ber romana bi heman navî ya Denis Johnsonî hatiye girtin di serdema Şoreşa Nikaraguayê ya sala 1984an derbas dibe û qala evîna jineke serhişk a ku ji ber karê xwe li Amerîkaya Navîn dijî û ya karsazekî Îngiliz ê ku di dema pêkanîna peywirê da wî nas dike.
"Keça şeytên"
Cûreya wê tirs e. Will Klipstine derhêneriya wê kir, qala têkoşîna dê û bavekî dike ku ji bo rizgarkirina keça xwe hewl didin û ditirsin tiştekî xirab li dû wan e.
Madeleine McGraw, Teal Redmann û Irene Bedard wek serleheng di fîlmê de dileyîzin.
"Pişîka Sîxur"
Yekane fîlmê anîmasyon ê hefteyê "Pişîka Sîxur" dixwaze bala anîmasyonhezan bikişîne.
Fîlmê berhemanîna hevpar a Almanya û Belçîkayê, Christoph Lauenstein û Wolfgang Lauenstein bi rê va birin û Alexandra Neldel, Axel Prahl, Sylvain Urban û Erik Borner deng danê.
Fîlm qala çîrokeke bikêf dike ku pişîka sîxura taybet Marnie û hevalên xwe tên cem hev û li dijî sûcan têdikoşin. (FD)