Di salonên sînemayê yên Tirkiyeyê de vê hefteyê yek jê xwemalî wê 4 fîlm bên nîşandan.
Derhênerê fîlmê "Madres Paralelas" (Dayikên Paralel) Pedro Almodovar e ku xwediyê Xelata Oscarê ye. Fîlm behsa çîroka du jinan dike.
Penelope Cruz û Rossy de Palma serlîstikvanê fîlmî ne. Lîstikvanên din ên fîlmê jî Aitana Sanchez-Gijon, Milena Smit û Daniela Santîago ye.
"Ambulans"
Michael Bay derhênerê fîlmê bi navê "Ambulans" e. Serlîstikvanên fîlmî Jake Gyllenhaal, Yahya Abdul-Mateen, Eiza Gonzalez, Moses Ingram û Garret Dillahunt in. Cureya fîlmî aksîyon e.
Di fîlmî de jina eskerekî berê divê emeliyat be û hewcedariya wî bi pereyan heye.
Mêrik û zir-birayê wî bankeyekê dişêlînin. Fîlm behsa serpêhatiya herdu birayan dike.
"Baskên Şên: Koça Mezin"
Derhênerê fîlmî Christopher Jenkins e, cureya wê jî anîmasyon e.
Di fîlmî de têkiliya di navbera qazeke nes û du çêlikên werdekan de derbas dibin tên behskirin.
"Daristan Welat e - Rûhê Çanakkaleyê"
Derhênerên fîlmî Mehmet Balaban û Mehmet Alî Sevimlî ne.
Di fîlmê da behsa çîrokên daristanê û merivên hewl didin wan biparêzin tê kirin.
Murat Tavli, Ferît Kiliç, Harun Kocaturk û Korkut Çozerî di belgefîlmî de lîstine.
(FD)