Vê hefteyê wê li sînemayên Tirkiyeyê 6 jê xwemalî 10 fîlm wê werin bikevin vîzyonê. Yek ji wan fîlman, "Hakikat: Şeyh Bedreddin" (Rastî: Şêx Bedredîn) e.
Fîlm behsa serhildana ku Şêx Bedreddîn, Borkluce Mûstafa û Torlak Kemalî serkêşiya wê kirine, dike ku beriya niha bi 600 salî li dijî rêveberiya Osmaniyan pêk hatibû.
Derhêner Hakan Alakî tevlî Alî Şahînî senaryoya wê nivîsiye.
Di fîlmî de hunermend Sûaviyî di rola Şêx Bedreddînî, Bulent Emrah Parlakî di rola Borkluce Mûstafayî û Saygın Soysalî jî di rola Torlak Kemalî de lîstiye. Ev yekem car e ku fîlmek li ser jiyana Şêx Bedreddîn û hevalên wî fîlmekî sînemayê hatiye amadekirin.
"Ji Milyonê Yek"
Bestemsu Ozdemir, Melih Selçuk, Suzan Aksoy û Ali Erkazan lîstikvanin. Fîlm li ser wan bûyeran hûr dibe ku tên serê jineke xwe ji jiyana bajêr dûr dixe û her wiha merivekî rêwî.
Semra Dundar derhênera fîlmî ye.
"Bi Dizî"
Fîlma "Bi Dizî" ya Mert Tugberk Borayî derhênerî jê re kiriye û Seda Keskol, Caner Kaganberk, Tolga Bengu û Yulya Ivanchenkoyê tê de leyîstine, behsa jiyana ciwanekî dike ku serederiyê bi têkiliya xwe ya dûvdirêj ra nake.
"Kurye"
Benedict Cumberbatch serlehengê fîlmî ye. Behsa jiyana Greville Wynne dike ku gava karsazekî di halê xwe da ye, bi destê MI-6 û CIAyê di serdema şerê sar de ji bo ku ji Sovyetê îstixbaratê berhev bike, tê peywirdarkirin.
Derhênerê fîlmî Dominic Cooke e û Rachel Brosnahan, Jessie Buckley, Merab Ninidze û Vladimir Chuprikov hevaltiya Cumberbatch dikin.
"Çîrokên Paranormal"
Fîlmekî din ê vê hefteyê jî "Çîrokên Panaromal" e ku behsa rabirdûya Brandonê komedyen yê ji bo lîstikeke dawîn derdikeve li ser dikê, dike.
Caye Casas, Alejandro Damîanî, Kheîreddîne El-Helou, Carlos Goîtîa, Mat Johns, Damien LeVeck, Vîncent Paronnaud, Albert Pinto, Denis Walgenwitz û Hendryk Witscherkowsky bi hev ra derhêneriya fîlmî kirine.
Serlîstikvanên fîlmî Raymond E. Lee, Clara Kovacic, Ariadna Asturzzi, Cristian Majolo û Bruno Giacobbe ne.
"Sansur"
Derhênerê fîlmî Prano Bailey-Bond e.
Di fîlmî de jineke bi navê Enid Baines ya ku fîlman sansur dike ji ber van xebatên xwe temaşevanan ji gelek tiştên nebaş diparêze. Rojekê xwîşka wê winda dibe û tê gotin ew miriye. Banîes derbarê windabûna wê de tiştan difikire lê nayê bîra wê û ew xwe sûcdar dibîne. Rojekê ji arşîvê fîlmekê temaşe dike û dibîne ku rabirdûya wê û windabûna xwîşka wê dişibin mijara vê fîlmê.
"Kabusa Cinan"
Di fîlmê ku derhênerê wê Mehmet Kutuk e da Cemre Can Saatçî, Çîmen Çetîn, Hakan Karakuş, Nîzamettin Kalkan û Yusuf Delîbaş serlîstikvan in.
Fîlm behsa qîzekê dike ku bavê wê miriye ya û her tim kabusan dibîne. Qîzik hewl dide sedema mirina bavê xwe derxe holê, lê ew bi cinan dikeve.
"Defin-Ecîn Zulman"
Derhênerê fîlmî Cengiz Kaplan e.
Serlîstikvanên fîlmî Tugba Gokhan, Melîh Çardak, Sefa Zengîn û Vural Buldu ne.
Di fîlmî de behsa xezîneyekê, komeke cinan û bûyerên der û dora wê diqewime tê kirin.
"Peter Rabbît: Kêvroşkê Qaçax"
Derhênerê fîlmê anîmasyonê Wîll Gluck e.
Fîlm li ser Peter e ku ji serpêhatî û macerayan hez dike, nikare dev ji vê edeta xwe berde. Kesên li der û dora wî vê xisleta wî hez dikin. Fîlm qala bûyerên tên serê Peterî dike.
"Fulya"
Belgefîlma xwemalî "Fulya" jî serpêhatiyên nûçegihan Fulya Ozturk û kameraman Halil Kahraman tîne ser perdeya sînemayê ku di heyama Şerê Welat ê 44 rojan ê Azerbeycanê da peywir anîn cih.
Derhênerên fîlmê jî Aykut Taşkin û Tahir Tahiroviç in.
(FD)