Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Metîn Ewrî, çîroka belavkarên rojnameyan bi navê “Çerx” kiriye fîlm ku weke “Generalên Biçûk ên Apê Mûsayî” tên naskirin.
Di fîlmî de behsa çîroka wan belavkaran hatiye kirin ku di salên 1990î de li Amed û bajarên din rojnameyên weke Ozgur Gundem belav dikirin.
Çav li rê ye ku fîlm di rojên pêş de li hin festîvalan were nîşandan û paşê wî li platformên cida were weşandin.
Metîn Ewr jî di destpêka salên 2000î de yek ji belavkarên rojnameya Azadiya Welatê ye. Ji Ajansa Mezopotamya Eylem Akdag û Fahrettîn Kiliç bi Metîn Ewrî re axivîne. Wî wiha gotiye:
“Cihê zilm û dagirkerî lê hebe berxwedan jî heye. Xebatkarên rojnameyê ji bo rastiyan ragihînin gel, gelek bedel dan. Keda zarokên belavkar ên generalên biçûk zêde bû. Min jî di sala 2000î de belavkariya Azadiya Welat kir û di rêveberiya wê de jî cih girt. Belê weke salên 1990î nebû lê zext heman zext bûn. Dîsa belavkarên me dihatin revandin, gef li wan dihat xwarin, dihatin girtin. Ev rewş îro jî ne guheriye. Îro jî bi dehan xebatkarên rojname û ajansê dîl hatine girtin. Dîsa doz li wan tên vekirin, îşkence heye. Dîsa astengî heye. Ev rewş xwe dubare dike. Heta ku dagirkerî neqede wê ev rewş jî bidome.”
Senaryo çar sal berê nivîsandiye
Metîn Ewrî senaryoya fîlmî çar sal beriya niha nivîsandiye: "Min ev fîlm weke deynekê ji xwe re didît. Ji ber ku nayê jibîrkirin. Tiştek hat jiyîn, bedelek hat dayîn. Çawa ku di sernivîsa rojnameyê de dibêje ‘rastî di tariyê de namînin’. Divê wê rastiyê em bi rengekî din jî derxînin holê. Ez karê sînemayê, dîtbariyê dikim. Min got ez vê weke deynekî pêk bînim.”
Ewrî sedema hilbijartina navê “Çerx”ê jî wiha vegotiye: “Ji ber ku çerx timî digere. An jî ev kar, pergal. Mesele tu li rojnameyê dinêrî, bi salan e evqas astengî hene, tê girtin, tê cezakirin, tê tehdîtkirin, tê bombekirin lê didome. Bi vîneke xurt didome. Ya duyemîn di fîlm de jî gelek çerx hene. Wexta rojname tê çapkirin di çerxekê de derbas dibe. Zarokên belavkar yek tableyê digerîne çerxeke wê heye. Yek bisiklêtê çêdike çerxeke wê heye. Yanî wê ev çerx her bigere. Ji ber wê min navê fîlm kir Çerx.”
“Çîroka rastiyê ye”
Metîn Ewrî beriya senaryoyî binivîse bi du kesan şêwiriye ku di salên 1990î de belavkarî kirine: “Ez bi du zarokên wê demê re axivîm. Yek jê Zafer bû. Min di fîlm de jî navê wî bi kar anî. Min navê zarok, xebatkar û nûçegihanên ku hatine qetilkirin bi zanebûn bi kar anîn. Ji bilî Hebûn û Bawer karakterên ku di fîlm de dilîzin navên rastî ne. Min derbarê wan de lêkolîn jî kir. Pirtûk û makaleyên derbarê wê de derketibûn tev xwendin û ez bi xwe jî ne dûr bûm. Çîrok hinek bi vî rengî bû. Min nexwest ez ji rastiyê veqetînim. Hinekê kurgu jî tê de heye lê çîrok rastiyekê vedibêje.” (HA/FD)