Festîvala Belgefîlman FîlmAmed ya di 27ê Îlonê de dest pê kir, ji bilî belgefîlmên ji Tirkiyeyê û Bakur, mêvandariya beşek ji belgefîlmên ji Rojhilat, Başûr û Rovajayê dike.
Yek ji endamên Komeleya Sînemayê ya Rojhilatê û amadekarên Festîvala Belgefîlman a Amedê Emîn Îsiyî diyar kir ku Belgefîlm bi bîrê re eleqedar e, bîrê dikole û derdixe pêşberî me. 80 belgefîlman serî lê dabû, me tene dikarîbû 30 belgefîlman hilbijêrin.
Îsiyî diyar kir ku di her mjaran de fîlman serî li festîvala wan dan: “Pîvanên me sereke, parastina xwezayê, mafên mirovan, mavên jinan, mafên gelan. Dijberî vana em nagirin û ji xwe ji bo FilmAmedê ew serî lê nadin.” (FD)