Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Di 12. Salvegera kuştina sernivîserê rojnameya AGOSê, Hrant Dîkî de bernameya yadkirinê hat pêkanîn. Bername li Stenbolê li navçeya Şişliyê bû. Di bernameyê de keça Sabahattin Aliyi, Filiz Ali axivî.
"Hrantê delal
"Cara 12ê ye ku li dijî tarîtîya tu ji nav me birî, ji bo em li nik te û malbata te bin em li ber rojnameya AGOSÖ ne ku te ew bi destön xwe ava kiriye.
"Hin kesan em bi êşê kirin malbatek û her ku diçe mixabin malbata me mezin dibe. Ez endameka kevin ya wê malbatê me.
"Bavê min Sabahattin Ali sala 1948ê, sibeheka berf dibariya de, ji Enqereyê ber b Stenbolê ve çû lê careka dî venegeriya.
"Bavê min dema desteserkirî hat kuştin. Mixabin ew ne kesê pêşiyê ku hatiye serwindkirin.
"Sabahattin Ali 70 sal in winda ye. Mixabin desthilatên heta niho bi israr bûyer zelal nekirin.
"Her deh salan carekê derbeyên leşkerî têne kirin. Dema tê gotin hêzên tarî di eslê xwe de hinek ji me hinekên dî dikujin.
"Malbata me ya mezin mixabin 1948ê heta 2007ê bê rawestyan mezin bûye.
"Min got bavê min jî winda ye, Mirovên Şemiyê ji 1995ê ve pirsa aqubeta bavê min, rewşenbîrên ermenî yên 1915ê li Stenbolê li trênekê hatin suwarkirin û venegeriyan û ew kesên salên 70yê hatîn serwindkirin dikin
"Mixabin nikarim agahiyeka baş ji sala borî ji te re bibêjim.
"Ev ax û ev welat yê me ye"
(HA/AO/MB)