Ofîsa Medyayê ya hikûmeta Xezeyê li ser hesabê xwe yê Telegramê derbarê roja 45an a şerê li Xeta Xezeyê de hin zanyarî weşandin. Li gorî van zanyariyan, ji 7ê Çiriya Pêşiyê û heta niha 5 hezar û 600 zarok, li ser hev 13 hezar û 300 mirov mirin.
201 doktor, perestar û kesên alîkariya destpêkê dikin mirin. 31 hezar kes birîndar bûn.
Hejmara windayan, tevî cenazeyên li kolanan û di bin xirbeyan de 6 hezar û 500 e.
Îsraîlê di êrîşan de 98 avahiyên hikûmetê û 266 dibistan kir hede, 66 dibistan bi temamî ji kar ketin.
170 mizgef hatin bombekirin ku 83 ji wan bi temamî rûxiyan. Beriya niha jî Ofîsê aşkere kiribû ku beşeke 255 hezar avahiyan rûxiyaye û 43 hezar hevar avahî jî bi temamî rûxiyane. (AS/FD)