Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Fîkret Hakan ku yek ji navên qedirbilind ên sînemaya Tirkî ye vê sibeyê siet 02.00ê miriye.
Menajerê wî, Sûheyl Atayî li ser hesabê xwe yê Twîtterê agahiya mirina hostayê sînemayê da.
Atayî li Twîtterê nivîsî:
“Bapîrê zarokên min, hûnermendê sînemayê, Fîkret Hakanî ji nav me bar kir. Ev ji bo hemî dost û hezkiriyên wî daxuyaniyek e.”
Wî li rêzefîlmên gelek girîng de lîst. Di sala 1983yê de di rêzefîlma “Küçük Ağa(Axayê Biçûk)” û di sala 1986ê de di rêzefîlma “Duvardaki Kan(Xwîna bi Dîwarî ve)” lîst.
Bi fîlma “Yılanların Öcü(Tolhildana Maran)” Hakanî xelata Pirteqala zêrîn stand.
Navê rastîn ê Fîkret Hakanî Bûmîn Gaffar Çitanak e. Ew di sala 1983yê de li Balikesîrê hatibû dinê.(TP/HK)