Ji bo nûçeya Tirkî
Hevseroka Giştî ya HDPê Figen Yuksekdag ji Çilem Dogan re name şand. Çilem Dogan ji ber êriş û tûndiya li dijî wê hevserê xwe kuşt û dadgehê 15 salan cezayê hepskirinê da wê.
Yuksekdag ragihand ku divê kuştina hevserê Çilem Dogan di çarçoveya xweparastinê de were nirxandin. Yuksekdag ji bo Dogan temenî kir ku ew serbest were berdan û diyar kir ku ew di warê hiqûqê de amadene ku piştgirî bidin Çilem Dogan.
Nameya Yuksekdag wiha ye:
Birêz Çilem, Lêbelê careke din derket holê ku edaleta heyî û biryara dayî li gorî helwest û zihniyeta erkdaran e. Temeniya me ew e Dadgeha Bilid mafê xweparastinê weke meşrû qebûl bike û tu jî serbest werî berdan. Tu jî pê zanibe ku di vê çarçoveya dadkirinê de am amadene ku di her warî de bi her awayî ligel te nin. |
Çi bûbû?
Ji mehên destpêkê yên zewaca Çîlem Doganê û pê ve tevgerên tûndkar li Çîlem Dodanê hatibû kirin. Zewaca çîlemê du salan dom kir. Çîlem Doganê gelek caran giliya mêrê xwe li navenda polîsan kiribû. Neh caran ji bo wê biryara parastinê hat dayin. Li ser mêrê xwe 6 doz da dest pê kirin.
dema çîlem hatî girtin wê gotibû ‘’ma her jin ê bêne kuştin’’ bi van gotinên xwe û bi nivîseka li ser tîşortê xwe ya ‘’ Dear Past: Thanks for all the lessons. Dear Future: I am ready (dema min a borî ya delal, ji bo hemî dersên te dayîn min mala te ava be. Delala dema bê, ez amade me.’’ )
Heştê Hezîrana 2016ê Dadgeha Cezayên Giran a Adanayê ya 10. biryar da Çîlem Dogan heta hetayê di girtîgehê de bimîne. (ÇT/MB/YO)