Festîwala 10. a Fîlmên Kurdî ya Londonê dê di 13-22yê Nîsanê bê pêk anîn. Amadekarên festîwalê bi daxuyaniyekê da zanîn ku ew li benda fîlmên fîlmçêkeran in.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin:
“Festîvala Filmên Kurdî di serî de, di beşa xwe de yekemîn festîval bû û ji wê hêlê ve bûye pêşangeha mezintirîn a fîlmên kurdî ya derveyî Kurdistanê.
Xelathilgirên Festîwala 8. a Fîlmên Kurdî ya Londonê
“Ev festîval 15 salan zêdetir e ku fîlmên li diyasporaya kurdî û fîlmên di şert û mercên zehmetî de hatine çêkirin, tîne ber çavan.
“Festival dê li ser berxwedana dîrokî ya li hemberî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê (Bakurê Sûriyê) û li Başûrê Kurdistanê (Bakurê Iraqê) bisekine.
“10emîn festîval dê bê li darxistin bo bîranîna Mehmet Aksoy ê fîlmçêker, rojnamevan û çalakvan ê Brîtanî-Kurd.
“Beşên bo serlêdanan ev in: Fîlmên Dirêj, Belgefîlm û Kurtefîlm.
“Îsal festîval fîlmçêkeran teşwîq dike ji bo ku fîlmên xwe bir rêya “Filmfreeway” (https://filmfreeway.com/) bişînin. Ji bo zêdetir agahî ka çawa fîlm tên şandin, ji kerema xwe herin: www.lkff.co.uk
“Heke pirsên we derheqê sponsortî, hevkarî û dilxwaziyê de hebin, ji kerema bişînin [email protected] “
(MB)