Festîvala Rocka Kurdî wê pêşengên muzîka rocka Kurdî bîne cem hev. Festîval dê roja Şemiya 1ê Sibata 2026an li Stenbolê were lidarxistin.
Festîval dê saet di 19.00an de li qata 5emîn a Fitaş Pasaja Taksime pêk were.

Di festîvalê de Avna, Babetna, Bajar, Ferec, Ferît Sevîm, Jan Axîn, Kalê Badî, Kerem Sevînç, Mirady, Ozan Irmak û Tara Mamedova dê derkevin ser dikê.
Di çarçoveya bernameyê de Definistanbul, Gizem Topal, û tîma wan a dansê jî dê derkevin pêşberî temaşevanan.
Bilêt bi rêya hin platformên online ên cûrbecûr têne peyda kirin.
(AY)
