Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Ayşegul Devecîoglû, Muge Gursoy Sokmen, Ayfer Tûnç, Ayşe Duzkan, Aksû Bora, Jale Parla, Sema Kaygûsûz, Hanna Hallgren, Amanda Svensson, Fatma Barbarosoglû, Helena von Zweigbergk, Feryal Saygiligîl û Irmak Zîlelî jî di nav de nêzîkî 100 nivîskar û weşanger wê 10 rojan li ser Nivîsên Jinan biaxivin.
Yekem Festîvala Nivîsên Jinan bi hevkariya Balyozxaneya Swêdê, Navenda Pêkanîn û Lêkolînên Jinan a Zanîngeha Mîmar Sînanê û Weqfa Navendî ya Zanyariyê û Pirtûkxaneya Berhemên Jinan wê bi rê ve biçe.
Festîval wê di navbera 9 û 18yê Adarê ya 2018yê de çêbibe û di çarçoveya bernameyê de wê 10 panêl, 6 bernameyên xwendinê yan jî hevpeyvînê, 3 civînên maseya gilover, 3 forûm, 4 atolye, 2 bernameyên performansê û pêşangehek hebe. ji Swêd û Tirkiyeyê nêzîkî 100 nav di çarçoveya festîvalê de wê derbarê zayendiya civakî û edebiyatê de nêrînên xwe bînin ziman û wê berhemên nû derxin holê.
Ji bo ku derbarê festîvalê de zanyariyên zêdetir bistînin û navê xwe di nava beşdaran de bidin nivîsandin, divê peyamekê ji navnîşana [email protected] re bê şandin. (ÇT/FD)