Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala Muzîke ya Koçber û Penaberan wê bi awayekî online pêk were. Festîvala ku her weha bi navê “Di Bin Banê Heman Asîmanî De” ye wê di 27ê Adara 2021ê de li gorî saeta Ingilistanê saet di 17.00ê de dest pê bike. Festîval wê li ser Youtube û bi rêya bernameya Zoomê were weşandin.
Li gorî daxuyaniya ku hatiye dayîn, beşdarên festîvalê bêhtir kom an jî hunermendên koçber an jî penaber ên amator in. Her weha wê kom an jî hunermendên navdar jî weke mêvan beşdar bibin.
Beşdarên festîvalê ev in
Ji Tirkiyeyê, Enzo İkah, Omar Alkilani, Wassim Mataoui, Alaa Alkhatib, Mohammed Nader, Hamta, Tambi Cimuk, Çerkez, Qıam Ashoori; ji Ingilistanê, Hakan Kilman, Sibel Tüzün, Onur Uz, Suna Alan, Penny Waterhouse, Tamara Raven, Dolunay Obruk; ji Almanyayê Yurdal Çağlar; ji Amerîkayê Feyza Eren; ji Awistiryayê Sakina Teyna.
Her weha wê Ahmet Kenan Bilgiç, Gülinler, Bilge Su, İrfan Alış (Peyk Band), Evrim Demirel, Güvenç Dağüstün, Tuğrul Tülek (YaDa Band), Özgün Semerci, Philip Arditti, Hibla Mukba jî mêvanên festîvalê bin.
Festîval armanc dike ku bi vî awayî di van rojên coronayê de penaber an jî koçberên li çar hawirdorê cîhanê belav bûne bikaribin dengê xwe bidin bihîstin û hêviyên wan xurt bikin.
Li Tirkiyeyê Mugyed ve RefugeenewsTirkiye, li Ingilistanê jî Mavi Production UK festîvalê bi rê ve dibe. (SA/FD)