Şaredariya Dêrsimê û Federasyona Komeleyên Dêrsimê aşkere kirine ku wê îsal Festîvala Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ji ber vîrusa koronayê ango Covid-19ê pêk neyê.
Festîvala Mûnzûrê her sal havînê li dar dikeve. Îsal dê cara 20an li dar biketa lê vîrusa koronayê bandor li wê jî kiriye.
Amadekarên festîvalê li ser rewşa îsal daxuyaniyeke nivîskî weşandine û gotine ku ji ber mecbûriyetê îsal wê festîvalê lidar nexin. Li aliyê din gotine ku li hemberî projeyên têkbirina xwezayê ew dê li qadan bin. (FD)
* Çavkanî: diyarname