*"Dansoz" nivîskar, derhêner: Şamîl Yilmaz
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala şanoyê ya bi mijara jinê, bi derhêneriya hunerê ya Şanoya Hunera Enqereyê û bi organîzasyona Huner û Çanda Atolyeyê wê dest pê bike.
Armanca Festîvala Lîstikên Jinan ewe ku “Di gel hemû nerêtiyan di vê demê de ewrên reş belav bikin û him pişt bide hunerê him bide tekoşîna jinan.”
Festîval, di navbera 4-11ê Adarê de li Sahneya Bîlkent ASTya Enqereyê û 17-27 Adarê de jî wê li Sahneya Nejat Ûygûr yaVûral Sînemayê ya Ayvalikê, bi piştgiriya Şaredariya Ayvalikê pêk were. Di festîvalê de wê her roj behsa çîroka jinekê cûda bike.
Ji ber şert û mercên pandemîyê girtina temaşevanan ji bo festîvalê dê sînordar be. Salonên festîvalê wê li gor tedbîrên koronayê were amadekirin.
Bernameya festîvalê wê di rojên pêş de were aşkere kirin.
(AÖ/AY)