Fotograf: MA
Festîvala Fîlmên Kurdî ya 2yem a Stenbolê bidawî bû. Di şeva dawî de li Navenda Çandê ya Bajêr a Cemîl Candaşî ya li Şîşliya Stenbolê merasîmek hate lidarxistin.
Bixwîne - 2yem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê destpê kir
Bixwîne - 2yem Festîvala Fîlmên Kurdî ya Stenbolê wê di 24ê Adarê de destpê bike
Bixwîne - "Em dixwazin sînemahezên kurd ên li Stenbolê bikaribin li fîlmên kurdî temaşe bikin"
Di merasîmê de fîlmê "Namo" yê Nader Saeivarî hate nîşandan. Piştî fîlm qediya, derhêner Saeivarî behsa çîroka fîlmî kir.
Festîvalê di 24ê Adarê de dîsa li heman navendê bi nîşandana fîlmê "Kurdên Êzidî" destpê kir. Di festîvalê de li ser hev 28 fîlmên metrajdirêj, mertajkurt û belgefîlm hebûn. Ji van 16-17 fîlm cara pêşiyê li vê festîvalê hatin nîşandan. Piştî nîşandana fîlman derhêner û lîstikvanan bersiva pirsên temaşevanan dan.
Ji bilî nîşandana fîlman her weha bi beşdariya sînemageran, forûmek li ser sînemaya kurdî pêk hat. (FD)