Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala Fîlmên Kurdan a Stenbolê bi pêşengtiya “Mezopotamya Sînema”yê wê di navbera rojên 6-10ê meha Adarê de çêbibe. Di festîvalê de nêzîkî 30 fîlman wê bê nîşandan. Di nav wan fîlman de fîlma bi navê "Çirkin Kral Efsanesi" (Efsenaye Qralê Kirêt) ya derhêner Huseyîn Tabak, “Zagros”a Sehîm Omer Kalîfa, "Reşeba"ya Hisên Hesen, "Biryareke Zor"a Ender Ozkahraman, 14ê Tîrmehê” ya Haşîm Aydemîr “BÎR (Kuyu)”a Veysî Altay û fîlmên derhênerên kurdên Îranê û Iraqê, yên li Ewropayê dijîn û fîlmên “Komûna Fîlmên Rojava” jî hene. Fîlm wê di salona Mezopotamya Sînemayê ya li Elmadaga Şişliyê ye, bên nîşandan.
“Me du sal berê biryara sazkirina festîvalê dabû”
Derhêner Veysî Altay, yek jê xebatkarê Mezopotamya Sînemayê ye derbarê festîvalê de ji bianetê re axivî û got: “Demek dirêje em li Kurdistanê festîvalan çêdikin, festîvalên wekû Rojên FîlmAmed, kurtê fîlmên kurdî yên li ser navê Yilmaz Guney, Axtamaraya Wanê. Piştî ku qeyûm hatin û şaredar hatin desteserkirin bi awayekî, festîvalên me asteng bûn. Salonên me yên sînemayê ji me hatin stendin. Ji ber vê em nikarin fîlmên xwe li Kurdistanê nîşan bidin.”
Derhêner Altayî diyar kir ku wan du sal berê biryara sazkirina festivala fîlman ji bo Stenbolê daye lê ji ber rewşa awarte û siyasî ev biryar cîbicî nebûye. Altayî weha dirêjî da bi axavtina xwe:
“Filmên bi kurdî xwe nagihinin temaşevanan”
“Filmên ku li çar perçeyên Kurdistanê, Ewropayê û yên li ser kurdan hatiye çêkirin xwe nagihîne kurdên li Stenbolê dijîn. Sedema vê jî ew e ku festîval tunene. Bi tenê di navbera salên 2009-2013 çend fîlmên kurdî li Stenbolê hatiye pêşandan. Ji bilî wan salan ji sedî 90 fîlmên ku bi kurdî hatiye çêkirin xwe negîhandiyê temaşevanên Kurd yên li Stenbolê. Li Stenbolê valayiyekê hebû, em jî 25 sale wekî sazî li ser sînemayê dixebitin. Ev jî kêmasiyeke me ye. Me dikarîbû heta niha festîval çêbikiraba û ev valahiya tijî bikira.”
Filmên li ser kurdan hatine kişandin wê bên nîşandan
Filmên di festîvalê de wê bên nîşandan, ji filmên ku li ser kurdan hatine çêkirin hatine hilbijartin. Her weha ji ber ku cara yekê ye ku festîval çêdibe, Mezopotamya Sînemayê, bêyî serîlêdan ji hêla derhêner an jî produktoran çêbibe, bi xwe filmên wê bên nîşandan, hilbijartine.
8ê Adarê wê filmên ku derhenerên wan jin in bên nîşan bidin
Li gorî zanyariya ku Adar Taş û Hebûn Polat, xebatkarên Mezopotamya Sînemayê dan, di festîvalê de nêzîkî 30 fîlm wê bên nîşandan ku di nava wan de kurtefîlm, fîlmên metrajdirêj û belgefîlm hene. Derbarê sînemaya kurdî de wê panelekê li darbixin. Her weha wê derhênerên fîlman jî beşdarî festîvalê bibin û piştî nîşandana filman wê bi temaşevanan re li ser filmên xwe bi axivin.
Xebatkara Mezopotamya Sînemayê Adar Taşê, destnîşan kir ku wan meha Adarê bi taybetî ji bo festîvalê hilbijartiye û wê di roja 8ê Adarê de fîlmên derhênerên jin nîşan bidin. Taşê weha got: “ ji 30 fîlman 10 yên ku derhênerên wan jin e. Ev jî dide nîşandan ku rêjaya derhênerên jin ji yên din kêmtire. Roja ku fîlmên derhênerên jin bê nîşandan em ê wê rojê bi jinan re li ser rewşa jinan ya di nava sînemayê de gotubêj bikin.”
Festîval wê bi nîşandana kurtefilmê bi navê “Kavil” ê Ozcan Alperî bi dawî bibe ku weke cure, anîmasyon e û behsa rewşa navçeya Sûrê ya Amedê ya piştî wêrankirina wê dike.
Programa Festîvalê wiha ye:
Derbarê Mezopotamya Sînemayê deMezopotamya Sînema, di sala 1995an de xebatên xwe di bin sîwana Navenda Çanda Mezopotamyayê de daye destpêkirin. 24 salin ku li ser hemû beşên sînemayê xwebatên xwe didomîne. Heta niha nêzî 100 belgefîlm, kurtefîlm û fîlmêndirêj bi awayekî kolektîf kişandiye. |
(AY/FD)