Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê di 13ê Gulanê de destpê dike û wê heta 15ê heman mehê bidome.
Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê (AKFF) ku her sal di meha Gulanê de tê lidarxistin dê îsal di navbera 13-14-15’ê Gulanê de wê bê lidarxistin. Par ji ber pandemiyê festîval online hatibû kirin. Di festîvala îsal de dê fîlmên metraj dirêj, belgefîlm, anîmasyon û kurtefîlm bên peşandan. Festîval dê di 13ê Gulanê de bi fîlma “Cîran” a derhênerê kurd ê Swîsreyî Mano Khalilî dest pê bike.
Ji hevkarên damezirîner ên festîvalê û organîzatorê Hollandî Reber Dosky dê bi fîlma “Sidik û Panter” a bi metraj dirêj ku di 8emîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Duhokê de xelat wergirtibû beşdarî festîvalê bibe.
AKFFê di malpera xwe de diyar kiriye ku mebesta wan ew e ku ji fîlman heta belgefîlman, ji anîmasyonan heta produksiyonên medyayê yên nûjenîxwaz, gelek derdorên cuda di sînemeya kurdî de bicih bikin.
Bernameya festîvalê wiha ye:
13ê Gulanê
Mano Khalîl- Cîran
14ê Gulanê
Arsalan Amîrî - Zalava
Mîraz Bezar - Before Your Eyes (Li Ber Çavên Te)
Shawkat Amîn Korkî- The Exam (Ezmûn)
Ferît Karahan – Traşa Dibistanê
Hîner Saleem - My Sweet Pepper Land
Şêro Hindê - Love in the Face of Genocide (Li Qeraxê Qirkirinê Evîn)
Elîf Yîgît - Heskîf
Haşîm Aydemîr – Dema Dirîreşkan (Blackberry Season)
Antonia Kilian - The other side of the river (Aliyê Din ê Çem)
Apo Bazidî - Resistance is life (Berxwedan jiyane)
15ê Gulanê
Soleen Yusef- House without Roof (Mala Bêban)
Hogir Hirorî- Sabaya
Dirk Schäfer- The Bachelor House (Mala Ezeban)
Yilmaz Guney – Yol (Rê)
Kazim Oz - Zer
Îbrahîm Selman – Nameyek bo Bavê Min (Brief aan mijn Papa)
(AY)