Festivala Filmên Jinan a Uçan Supurgeyê li Enqereyê wê dest pê bike
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
22yem Festîvala Filmên Jinan a Uçan Supurgeyê wê di navbera 23 û 30ê Gulanê de li Enqereyê pêk bê. Îsal ji gelek deverên cîhanê 1721 derhênerên jin serî li festîvalê dane. 140 film wê bên nîşandan. Ligel nîşandana filman wê atolye û panel jî bên çêkirin.
Filmên festîvalê wê li Sînemaya Kizilayê ya Buyulu Fener, Navenda Çandên Hemdem a Şaredariya Çankarayê û Muzexaneya Etnografyayê bên nîşandan.
Xelata Pîreboka Ciwan wê bidin Gozde Çigaciyê

Di festîvalê de Xelatên Uçan Supurgeyê wê li xwediyên wan bên belavkirin. Îsal Xelata Rûmetê ya Uçan Supurgeyê wê bidin Ayla Algan û Sumru Yavrucukê. Xelata Serkeftinê ya Bilge Olgaçê jî wê bidin Pelin Esmer û Meltem Cumbulê. Pirtûkxaneya Berhemên Jinan û Weqfa Bilgiyê hêjayî Xelata Mijarê hatine dîtin. Her weha bi rola xwe ya di filmê Guvenê de Gozde Çigaci hêjayî xelata Pîreboka Ciwan hatiye dîtin.
Sunduz Haşar, Koordînatora festîvalê ji bianetê re behsa bername û naveroka festîvalê kir:
“Filmên me yên gelekî nû hene. Em ê filmên ku di serdema sala 2018-2019ê de hatine kişandin ji bo temaşevanên li Enqereyê bidin nîşandan. Festîvala me tekane cih e ku temaşevan ji bilî filmên herêmî dikarin hemû filman li vir lê temaşe bikin. Ji ber wê em bang li temaşevanan dikin ku programa me bişopînin. (EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - NÎSAN 2026
Mêran di Nîsanê de 28 jin kuştin
Li Mecîdiyekoyê polîsan meşa 1ê Gulanê a ji bo Taksîmê asteng kir: Gelek kes hatin desteserkirin
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN - ADAR 2026
Mêran di Adarê de 32 jin kuştin
Di doza ÎBBê de 18 kes serbest bûn
Dadgehê di doza IBBê de biryara valakirina salonê da