Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
4em Festîvala Filman a Silêmaniyê wê di navbera 1 û 7ê Çiriya Pêşiyê ya 2019ê de bi rê ve biçe. Di festîvalê de wê ji gelek welatan bi sedan film bên nîşandan ku li gorî zanyariyên komîteya festîvalê daye 5 hezar filman serî lê daye.
Mijara sereke ya îsal “ka werin em derdorê bi hev re biparêzin” e û ji bo vê mijarê wê hin bername bên li dar xistin û film bên nîşandan. Bi vê re tê armanckirin ku balê bikişînin ser vê rewşê û bihêlin ku polîtîka derbarê vê mijarê bipêş bikevin.
Bixwîne - Fetîvala Fîlman a Silêmanîyê dê 1ê Çiriya Pêşiyê dest pê bike
Festîval wê bi “Xwişkên Cengê” dest pê bike
Festîval wê sibê bi Filmê “Sisters in Arms” (Xwişkên Cengê) dest pê bike ku Caroline Fourest derhênera filmî ye. Film behsa têkoşîna jinên kurd a li dijî DAIŞê dike.
Heman şevê wê koma muzîkê, Rastak konserekê bide.
Ji Tirkiyeyê filmên bi kurdî û tirkî wê bên nîşandan
Ligel gelek filmên ji sînemaya cîhanê îsal wê ji Tirkiyeyê jî gelek film bên nîşandan. Li gorî bernameya ku hatiye aşkerekirin di festîvalê de wê filmê Huseyîn Karabeyî yê bi navê “İçerdekiler” (Yên li hundir), filmê Emîn Alperî yê bi navê “Kız Kardeşler” (Xwişk), belgefilma Veysi Altayî ya bi navê “Bîr” (Kuyu), belgefilma Selim Yildizî ya bi navê “Diyalog” û hin film û belgefilmên din wê bên nîşandan.
Di 8 beşan de wê xelat bên dayîn
Di festîvalê de wê film, belgefilm û beşa anîmasyonê de film bikevin pêşbirkê. Film, xelata metrajdirêj ya netewî û ya metrajdirê ya navnetewî, belgefilm, metrajkurd û anîmasyon jî tê de wê di 8 beşan de ji bo xelatan wergibirin bikevin pêşbirkê.
Di festîvalê de her weha ji rewşa produksiyon û belavkirina filmên bi kurdî jî civînek wê bê li dar xistin. Di vê civînê de wê rewşa produksiyon û belavkirina filmên kurdî li gorî standartên sînemaya cîhanê bê nîqaşkirin.
Festîval wê di 7ê Çiriya Pêşiyê de bi merasîma xelatdayînê û konsera koma muzîkê, Nishtimanê bi dawî bibe.
Ji bo zanyariyên zêdetir bitikîne
(FD)