Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala Filman a Kurt û Kurmancî destpê kiriye. Festîval wê online pêk were û fîlmên ku dema wan 1 deqîqe û kêmtir e wê werin nîşandan.
47 fîlm ji bo festîvalê hatine şandin û ji nava van 16 fîlm hatine hilbijartin. Ev fîlm li ser malpera mihrican.sinemayakurdi.net-ê hatine weşandin. Temaşevan dikarin heta mehekê li ser wê malperê li fîlman temaşe bikin. Her weha wê bikaribin dengê xwe bidin fîlman. Di encama vê dengdanê de wê fîlmên serkeftî werin hilbijartin. Lê her temaşevane wê tenê bikaribe dengê xwe bide fîlmekî.
Bixwîne - Serlêdanên ji bo "Mîhrîcana Fîlman a Kurt û Kurmancî" destpê kiriye
Festîval cara yekem e bi zimanê kurdî û bi hevkariya malpera sinameyakurdi.net û Tor Fîlmê li dar dikeve.
"Mijar Zimanê Kurdî ye"
Bi armanca ku balê bikişînin ser rewşa zimanê kurdî, ekîba festîvalê mijara “Zimanê Kurdî” hilbijartibû. Ekîbê di Gulana 2021ê de aşkere kiribû ku pêvajoya serlêdanê destpê kiriye û heta Tebaxê wê dewam bike. Paşê ev dîrok heta 31ê Kanûna Pêşiyê ya 2021ê dirêj kiribûn.
Yek ji berpirsên festîvalê sînemager Ferat Kevirî gotiye, zimanê Kurdî zimanekî wisa ye ku dema mirov pê diaxivin yan jî dinivîsin, yan lêdanê dixwin, yan tên girtin yan jî tên sirgûnkirin û kuştin. Kevîrî wiha dewam kiriye: “Ev ziman bi salan e hatiye qedexekirin, ji lewma jî me xwest weke festîvaleke Kurdan destpêka wan bi zimanê Kurdî be, ji lewma me ev babet ji xwe re kir armanc.”
"Pêdiviya me bi sponsoran heye"
Kevirî her weha diyar kiriye ku pêdiviya wan bi sponsoriyê heye.
Rêveberê malpera sinemayakurdi.net-ê Ferhat Baysalî destnîşan kiriye ku wan ne xwestiye komeke jûriyê biryarê bide, bila temaşevan bibin jûrî.
Di dawiya dengdana festîvalê de sê xelat wê werin dayîn. Her xelatek 500 euro ye. Û her wiha filmek jî wê xaleteke taybet ango tenê plaketê werbigire.
Filmên hatine neqandin wê bi qasî mehekê li ser malperê bin û kesên bixwazin bi hêsanî wê bikaribin li filman temaşe bikin û deng bidin filman. Festîval wê heta 10ê Sibata 2022yê dewam bike.
Ji bo bikaribe li fîlman temaşe bike, bitikîne
(FD)