Fotograf: IKSV
Festîvala Fîlman a 42yem Navnetewî ya Stenbolê ya Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (IKSV) destpê kiriye. Ji bo destpêka festîvalê duh bi şev li Sureyya Operası ya Kadikoyê merasîmek hatiye lidarxistin.
Merasîm bi pêşkêşvaniya Alî Îhsan Varolî birêve çûye. Di destpêka merasîmê de “Xelatên Rûmetê yên Sînemay” li xelatgiran hatine belavkirin. Îsal Kayhan Yildizoglû û Nevra Serezlî xelat wergirtine. Li ser navê Yildizoglûyî Zeynep Aybar xelat wergirtiye. Metîn Akpinarî xelata Serezliyê daye wê.
Piştî xelatdayînê û axavtina Midûrê Lijneya Giştî yê IKSVyê Gorgun Tanerî, fîlmê bi navê “Hirçin” nişan dane k udi Festîvala Fîlman a Sundance” Xelata Mezin a jüriye wergirtibû.
Festîval wê 12 rojan dewam bike
Festîval 12 rojan wê dewam bike. 12 rojan wê di 14 beşan de ji 84 welatan 134 fîlmên metrajdirêj û 29 kurtefîlmên 160 derhêneran bên nîşandan. Di nav fîlman de çend fîlmên derhênerên kurd jî hene.
Festîval di beşên Pêşbirka Navneteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj û Pêşbirka Neteweyî ya Fîlmên Metrajdirêj de wê Xelata Laleya Zêrîn bide. Dîsa di Pêşbirka Belgefîlman, Pêşbirka Kurtefîlman û Pêşbirka Fîlmê Yekem a Seyfi Teomanî de jî wê xelatan belav bike.
Di festîvalê de ji qada dinyayê gelek fîlmên navdar, fîlmên xelatgir hene.
Ji bilî nîşandayîna fîlman gotûbêjên ligel derhêneran û çalakiyên taybet jî hene. Yek ji wan çalakiyan jî Sempozyuma Festîvala Fîlman e. Sempozyum rojên 7-8-9'ê Nîsanê wê li Kampusa Cîbalilê ya Zanîngeha Kadir Hasê li dar bikeve.
Îsal fîlmên festîvalê li Beyogluyê li salonên Atlas 1948 û Navenda Çanda Fransiz, li Şîşliyê li CineWAM Premium+ City's Nişantaşi (Salon 3 û Salon 7) û li Kadikoyê li Kadikoy Sinemasi û Sinematek/Sinema Evi ya Şaredariya Kadikoyê bên nîşandan. (FD)
*Çavkanî: Diyarname