Fotograf: Flickr
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala Ciwanan a LGBTI+yan a 5an duh (31ê Gulanê) destpê kiriye. Komeleya LGBTI+yên Ciwan cara pêşiyê di 2017an de ev fesîval li dar xistibû û îsal festîval bi mijara #KeskeserQedexeyanNasnake (GökkuşağıYasakTanımaz) pêk tê.
Festîval ji ber belavbûna şewba koronayê îsal bi bi awayekî dijîtal û li ser zoomê pêk were.
Li gorî nûçeya ku di Kaos GLyê de hatiye weşandin Komeleya LGBTI+yên Ciwan ji bo festîvalê wiha gotiye:
“Festîvala Ciwanan a LGBTI+yan ji bo cara pêncan ala keskesor li ba bide tê!
Di van rojên ku dixwazin ala keskesor qedexe bikin, hebûna me tune bihesibînin, nasnameyên me krîmînalîze bikin, destkeftiyên me yên bi yasayan hatine misogerkirin di destê me derxin, ji bo biqîrin û bibêjin em qedexeyan nas nakin, em tên.
Ger êrîşî hemû qadên me bikin jî em li her deran e. Ger hûn nexwazin me bibînin, me tune bihesibînin jî em li vir in. Li malên xwe, li kolanan, li fabrîkayan, li zanîngehan, li çalakiyan ango li her deran em hebûn, em ê hebin. Li partiyên online, di weşanîn zindî de, di telefonan de, di tabletan de, di komputeran de em hene. Îsal cara duyem e ku Festîvala me ya Ciwanan a LGBTI+yan bi awayekî online dibe mêvanên we. Fotograf, sînema, wêje, dans, gullum, madîtî û şugarî ji ekranan derdikeve. Di navbera 31ê Gulanê û 6ê Hezîranê de em ê hatina meha rûmetê bi Festîvala Ciwanan a LGBTI+yan a 5an pîroz bikin û biqîrin.”
Programa Festîvalê
31yê Gulanê
18.00 – Stranên Lubunya / Dîsa careke din salên 90î
19.00 – Gotûbêj – Q-Bra
1ê Hezîranê
17.00 – Xwendekarên LGBTI+ / Efsun Sertoglu
Ji roja ku ez bi xwe hesiyam / Yasemin Zeynep Başaran
2yê Hezîranê
11.00 – Yogaya Seharê /Ezgi Soner
17.00 – Mental Klitoris /Hazal Sipahi
20.00 – Atolyeya Maskeya Cildî / Ecem Payçu
3yê Hezîranê
18.00 – Kombûna Rêxistinên LGBTI+yan ên Herêma Egeyê
4ê Hezîranê
14.00 – Atolyeya Kolajan /Bariş Azar
17.00 – Atolyeya Xêzkirinê / Aslı Alpar
18.00 – Atolyeya Makyajê /Florence K Delight
22.00 – Partiya Festîvalê / Florence K Deligh, BiJey, beril21
5ê Hezîranê
14.00 Akademiya Xwe-Parastina Jinan
16.00-Qadên Piştevaniyê yên Alternatîf /Şugar Mekanlar, Dolaba Piştevaniyê, Piştevaniya Hande Kaderê
18.00- Edebiyata Yên Din /Mine Sogut
19.00 – Hevpeyvîn / Burçin Tetik
6ê Hezîranê
14.00-Lîstika Reva ji Malê
15.30- Lîstika Reva ji Malê
17.00- Atolyeya Tundkariya Flortan a Masalla /Handan Dalli
21.00, Hevpeyvîn /Arya Zencefil
Hûn dikarin bi rêya lînka linktr.ee/genclgbti beşdarî festîvalê bibin.
(EMK/FD)