Komeleya Alîkariya Civakî, Pêşvebirin û Çandê ya Navçeyên Gêxî, Azarpêrt, Xorxol, Çêrme ê Depê (KAYY-DER) wê îsal jî 6emîn Festîvala Borekan a Kurdan saz bike.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Festîval wê di 17ê Îlonê de li navçeya Beykoza Stenbolê bê lidarxistin.
Di çarçoveya festîvalê de wê lîstikên zarokan, skeçên kurdî, şano û konser bên lidarxistin.
Wê hunermend Merwan Tan konserê bide û her wiha nîşandana dansa daramayê ya Hasan Cansû û Şevîn Ûlûsoy, koma anîmasyonê ya zarokan, skeca kurdî ya bi navê “Teatra Evîna Welat”, Koma Folklorê ya Jinên KAYY-DERê dê hunera xwe pêşkêşî beşdaran bikin.
(AY)