Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Festîvala 29ê ya Cazê ya Stenbolê di navbera 25ê Hezîranê û 7ê Tîrmehê de wê pêk were. Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ISKV) festîvalê saz dike.
Festîval wê 25ê Hezîranê, saet 18.00ê li Beşîktaşê bi konsera Elif Çohaz Ouintet, Chai Moto, Jelly Beans û Boticelli Baby destpê bike. Di roja duyem de jî Chai Moto û Boticelli Baby û Always Knows, Baturay Yarkin Trîo û Nagme Yarkin saet di 17.45 deqîqeyan de li Beylîkduzuyê konseran bidin.
Her weha Enrico Piernunzi Trio, ji bo Pîrozbahiya sala 20ê ya Nardis Jazz Clubê wê tevî Stêrkên Nardîsê û Roberta Gambarini, Diane Reeves, John McLaughlin, the 4th Dimenson û Malody Gargotê konseran bidin.
Di dema festîvalê de hunermend û kom ji bilî parkên li Beylîkduzu û Beşîktaşê wê li Parka Peravê ya Karakoyê, Parka Habîtatê ya Şîşliyê, Parka Azadiyê ya Goztepeyê, Parka Hunermendan a Anfiyê ya Peravê Kolê ya Kuçukçekmeceyê bêpere konseran bidin.
Festîval her weha wê li Operaya Sureyyayê ya li Kadikoyê, Şanoya Servekirî ya Cemîl Topûzlûyî ya li Harbiyeyê, Salona Konseran a Cemal Reşît Reyî û hin navendên din ên Stenbolê pêk bê.
Ji bo zanyariyên zêde, bitikîne
(MD/AS/FD)