Fermandar Bîlal Çokay bi îddiayên ku bi wesayîta xwe di navbera Sûriye û Tirkiyê de qaçaxçîtiya mirovan dike hatibû teqawitkirin. Çokay duh li Enqereyê hat desteserkirin û birin Rihayê.
Çokay li Akçakaleyê Rihayê derxistin pêşberî dadgehê. Dadgehê biryara girtina wî da û şand girtîgehê.
Fermandarê teqawitbûyî Bîlal Çokay duh bi fermana Serdozgeriya Komarî ya Akçakaleyê li Enqereyê hatibû desteserkirin.
Fermandar Çokay li ser sînorê di navbera Sûriyê û Tirkiyeyê de qaçaxçîtiya mirovan dikir.
(AEK/AY)