Di 22yê Çiriya Pêşiyê de Pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Arêşa Iraqê li derdora Mexmûrê şer kiribû . Di dema wî şerî de Fermandarê Lîwaya 18an a Pêşmergeyan Salih Zirarî birûndar bûbû. Zirarî li nexweşxaneyê dihate dermankirin û destê vê sibehê miriye.
Wezareta Pêşmergeyan ji bo Zirariyî merasîmeke leşkerî li dar xist û Zirarî li nahiyeya Zîraretiyê ya Hewlêrê hate veşartin.
Di heman pevçûnê de du pêşmergeyên din can dabûn.
Çi bûbû?
PKKyê di 19ê Çiriya Pêşiyê de daxuyaniyek dabû û gotibû ku ew hêzên xwe yên leşkerî yên li kampa penaberan a Mexmûrê vedikişînin.
Hêzên HPGyê di dema êrîşên DAIŞê yên li ser Mexmûrê de, li wir bi cih bûbûn.
Piştî vê daxuyaniyê, di 22yê Çiriya Pêşiyê de, leşkerên Artêşa Iraqê û hêzên Pêşmergeyan ên PDKyê, ji bo wan xalên HPGyiyan vala kirine bi dest bixin, şer kiribû.
Pevçûn li derdora Çiyayê Qereçoxê bûbû û di encamê de 2 pêşmerge miribûn, 12 pêşmerge û 12 jî leşkerên Artêşa Iraqê birîndar bûbûn. (NT/FD)