Ferît Sevîm: Bluesê têra hêrsên min nekir
Stranbêj Ferît Sevîmê ku bi şêweya xwe ya bluesê tê nasînê, di xebatên xwe yên dawî de albûmeke bi şêweya heavy metalê derxist. Sevîm albûma xwe ya ku ji 14 sitranan pêk tê duh êvarê bi lansmaneke mûtevazî da nasîn.
Di lansmana albûma Ferît Sevîm a bi navê ‘Êşk’ê de Sitranbêj Ferît bi dost û hevalên xwe yên hunermend re derkete ser dikê.
Ji aliyekî ve him sitranên xwe yên nû da nasîn him jî hin ji sitranên xwe yên ji albûma berê bi dostên xwe yên sitranbêj re, gotin.

Beriya destpêka lansmanê ez jî bûm mêvanê Ferît Sevîm û em li ser albûma bi navê “Êşk”ê axivîn.
Ferît Sevîm ji bianetê re destnîşan kir û got:
"Ez ê bi bluesvaniyê mûzîka xwe bidomînim. Lêbelê ev hişkayîya di van sitranên min de bluesê têrê nedikir, bluesê têra hêrsa min ne dikir. Ji ber wê min di vê albûmê de berê xwe da metalê.”
Ji albûma nû ya Ferît Sevîm stranek xweş:
(WT/AY)
Hak odaklı, çok sesli, bağımsız gazeteciliği güçlendirmek için bianet desteğinizi bekliyor.
Nivîsên wî/wê yên din
Axtamar û kulîlkên biharê
29 Nîsan 2026
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
28 Nîsan 2026
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
27 Nîsan 2026
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
14 Nîsan 2026
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir
13 Nîsan 2026