Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ferît Şenyaşar ji bo berendamiya Partiya Demokratîk a Gelan( HDP) serlêdan kiriye
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarî ya li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja 730an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
HDPê bang kiriye
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo ku Malbata Şenyaşar têkoşîna xwe ya edaletê li Meclisê bidomîne, xwestiye ku Ferît Şenyaşar bibe bernamzet. Hatiye zanîn ku Şenyaşar pêşniyara HDPê erênî pêşwazî kiriye. Li ser vê yekê Şenyaşar çûye Rêxistina HDPa Rihayê û ji bo bernamzetiyê dosyaya xwe radest kiriye.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(NT/AY)