Malbata Şenyaşar û parêzeran piştî danişîna dozê li Edliyeya Meletiyê hatiye lidarxistin, li ber edliyeyê daxuyanî dane.
Di danişînê de Malbata Şenyaşar li bendê bû ku Fadil Şenyaşar were berdan lê dadgehê biryara berdanê nedaye.
Serokê Baroya Rihayê Abdullah Oncel, parêzer û parlamenterên Partiya Çep a Kesk ên Rihayê tev li daxuyaniyê bûne.
Ji parêzerên malbatê Bulent Dûran axivîye û destnîşan kiriye ku ew ji destpêkê ve dibêjin ev qetlîam di bin berpirsiyariya desthilatdarê de ye û delîl, faîl û kujerên vê qetlîama hovane hatine veşartin.
Li Enqereyê wê nobetê bidomîne
Ferît Şenyaşar ji Ajansa Mezopotamyayê re axivîye û ragihandiye ku birayê wî Fadil Şenyaşar dîsa nehatiye berdan û ji ber vê yeke wan biryar girtine ku çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li ber Edliyeya Rihayê bi dawî bikin û çalakiyê li ber Wezareta Dadê ya li Enqereyê bidomîne.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(AY)