Fotograf: MA
Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya di 9ê Adara 2021ê de li pêş Edliyeya Rihayê daye destpêkirin, di roja 564ê de berdewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar di saetên serê sibê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsa Rihayê derketine û hatine ber avahiya Edliyeya Rihayê.
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta "edaletê" dabûn destpêkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Ferît Şenyaşarê bi dayika xwe re nobetê digire, diyar kiriye ku Nobeta Edaletê di bin "zilmê" de berdewam dike. Şenyaşarî aniye ziman ku daxwazên dayikê daxwazên mafdar in: "Cîhanê qêrîna dayikê bihîst lê ji ber gaveke hiqûqî nehat avêtin zilm bi destê darazê didome. Em dixwazin ev edalet demildest pêk were. Têkoşîna dayikê bû mijara belgefîlman, bû pirtûk, niha jî laçikeke dayikê di 'Pêşengeha Qirkirina Siyasî' de ku li Amerîkayê hatiye vekirin tê pêşandan. Tevî ku hemû cîhan dizane jî dayik mafdar e li ser dozê destekî siyasî heye. Em dixwazin ev destê siyasî demildest bê rakirin ku dozger bikarin tişta pêwîst bikin."
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (FD)